Girtiyên Apoyî: Divê her kes ji bo rizgariya demokratîk berpirsyariyê bigire

  • 20:55 27 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Denîz Kaya bi wesîleya 48’emîn salvegera damezarandinaPKK’ê de peyamek weşand û da zanîn ku Kurdan destkeftiyên xwe bi têkoşîna rêxistinkirî bidestxistine û bang li hemû kesî kir ku ji bo avakirina civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin.
 
Denîz Kaya bi wesîleya 48’emîn salvegera damezrandina PKK’ê, li ser navê girtiyên Apoyî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, peyamek weşand.
 
Di peyamê de wiha hat gotin:
 
“Bi kongreya yekemîn a damezrandina Partiya me di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîs yê Liceyê, meşa vejînê yê Kurdên azad destpê kir. Bi vê gava dîrokî re ku ji bo bîranîna heval Hakî hate avêtin, îddia û biryara hebûna azad a Kurd li ser kokên bingehîn a dîrokî çêbû. Komên netewperest ên ku baskê herêmî yê Gladioyê temsîl dikirin, bi şehadeta heval Hakî re xwestin peyama Firatê derbas nekin, Kurdistan ji me tê pirskirin, ger derbas bikin wê dawiya ve wisa bibe, bidin. Rêbertî heval Hakî ku digot ew ruhê min ê veşartî bû, veguherand nasnameyek partiyê ya rêxistinkirî. Bêyî partîbûnê li Kurdistanê ne pêkan bû ku mirovekî jî rakin piya. Em her tiştên ku îro bi dest xistiye, deyndarê nasnameya partiyê ya rêxistinkirî ne. Bêyî damezrandina nasnameyeke partiyê ya têknaçe, domandina hebûna xwe di welatê medyayê de ne pêkan e. Ger îro hebûna Kurd ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin, ev bi saya kongreya damezrîner a partiyê ye ku bingeha wê bi awayekî sexlem li deşta Fîsê hate avêtin.
 
‘Bila her kes di xebatên avakirinê de cih bigirin’
 
Em di erefeya rojên ku em ê xewna nîvço mayî ya heval Kemal ku di gava yekem de serketinê dît, bi rizgariya demokratîk tacîdar bikin de ne. Ji bo ku li welatê medyayê careke din rastî qirkirinê neyên, rêxistinkirina nasnameya civaka demokratîk li her qadê pêdiviyek lezgîn e. Her çiqas hebûna gelê Kurd îro tê qebûlkirin jî, hîna tiştek bi qanûnî û destûrî nehatiye mîsogerkirin. Her kesên ku dilê wan ji bo civakekî demokratîk lê dide, divê teqez ji bo serketina rizgariya demokratîk cihê xwe di xebatên avakirinê de bigrin. Em 48’emîm salvegera damezrandina Partiya xwe di serî de li Rêbertî, li gelê xwe yê welatparêz, hêzên xwe yên gerîlla û hevalên xwe yên li zindanan, bi coş û heyecaneke mezin pîroz dikin. Em hemû hevalên xwe yên ku di dîroka me ya têkoşînê ya 50 salan de şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziyê dubare dikin.”
 
Di peyamê de, salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin û kesên ku di dîroka têkoşînê de şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî hatin bibîranîn. Ji bo avakirina civaka demokratîk bang li her kesê hat kirin ku di xebatan de cih bigirin.”