Li Gimgimê nobeta li dijî JES’ê didome
- 18:17 27 Mijdar 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Nobeta dijî projeya JES'ê ya li navçeya Gimgimê ku tê plankirin bê çêkirin, di roja 208'yemîn de berdewam kir.
Nobeda ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku ji aliyê şirketa bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. ku navenda wê li Amerîkayê ye ve tê plankirini li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim ya Mûşê didome. Nobet di roja 208'yemîn de didome bi biryardarî berdewam dike.
Di nobetê de pankarta bi nivîsa “Gelê Gimgimê Santrala Jeotermalê naxwaze; destê xwe nede av û axa min” hat daliqandin.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Çerm a Tekstîlê ya Yekbûyî (BÎRTEK-SEN) Mehmet Turkmen çû qada nobetê û piştgirî da çalakakiyê.







