Komeleya Jinan a Starê têkildarê destdirêjiya li zanîngehê daxuyanî da
- 15:34 27 Mijdar 2026
- Rojane
WAN - Komeleya Jinan a Starê derbarê destdirêjiya xwendekarekê ji aliyê mamosteyê heman fakulteyê G.K. ve li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê daxuyaniyek da û got: “Di zanîngehan de dabînkirina ewlehiya xwendekaran û li hemberî destdirêjiyê sepandina cezayên bi bandor ne tercîhek e, berpirsiyarî ye.”
Komeleya Jinan a Starê derbarê destdirêjiya li xwendekarekê ji aliyê mamosteyê heman fakulteyê G.K. ve li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev îfade cih girtin: “Li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê xwendekarekê diyar kir ku ji aliyê mamoste G.K. ve destdirêjî lê hat kirin û her wiha gef û şopandina bi israr hatiye û gilî kir. Di encama lêpirsîna ku ji aliyê zanîngehê ve hat meşandin de, tenê cezayê rawestandina pêşveçûna dereceyê ya salekê li mamoste hat birîn. Xwendekarê diyar kir ku ji ber destdirêjî û gefên ku jiyaye bi awayekî derûnî û fîzîkî mexdûr bûye, cezayê hatiye dayîn têrê nekiriye û ji ber ku mamoste li ser karê xwe berdewam dike xwe di ewlehiyê de hîs nake.
Cezayên kêm ên ku li hemberî îdîayên tacîzê tên dayîn, di demekê de ku trawmaya mexdûr kûrtir dikin, zemînê ji bo parastina kiryaran û berdewamiya têgihiştina bêcezatiyê amade dikin. Di zanîngehan de dabînkirina ewlehiya xwendekaran û li hemberî tacîzê sepandina cezayên bi bandor ne tercîhek e, berpirsiyarî ye.







