Li Arzoxliyê berxwedan di roja 36'an de ye
- 14:46 26 Mijdar 2026
- Ekolojî
AMED - Li Arzoxliyê jin 36 roj in ku li dijî GES'ê, di nava konan de çalakiyeke nobetê didomînin.
Li taxa Arzoxliyê ya navçeya Sûrê ya Amedê, çalakiyeke nobetê ya di nava konan de ku pêşengiya wê jin dikin ev 36 roj in li dijî projeyeke santrala enerjiya rojê (GES) berdewam dike; proje cihên jiyanê û zeviyên çêrgehê yên hevpar ên xelkê tehdîd dike. Jin li cihê çalakiyê kom bûn û ber bi qada projeyê ve meşiyan. Di dirêjahiya meşê de, jinan dirûşmên wekî "Em ê axa xwe nadin", "Sermayeya kujer, ji çêrgehên me derkeve" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin û nerazîbûna xwe ya li hemberî projeyê anîn ziman. Her çend leşkeran rê li ber wan girtibin jî niştecihên herêmê li qada projeyê ne.
Piştî ku du kesên ji taxê ji bo xebata sazkirina panelên enerjiya rojê hatin girtin, aloziyek derket. Di navbera niştecihên herêmê û xebatkarên şîrketê de nîqaşeke dirêj çêbû. Niştecih hîn jî li qada projeyê li ber xwe didin û cihê xwe bernadin.







