Runiştina rojnamegeran hat taloqkirin
- 20:49 3 Mijdar 2026
- Hiqûq
STENBOL- Runiştina rojnameger Elfazî Toral, Sema Korkmaz û Edanur Baydogan taloqî 13’ê Nîsana 2027’an hat kirin.
Runişta rojnamegera me Elfaîz Toral û rojnameger Sema Korkmaz û Edanur Baydogan ku di 7’ê Kanûna 2023’an de dema daxuyaniya DEM Partî ya Stenbolê dişopandin hatin binçavkirin û doz lê hatin vekirin, hat dîtin. Doza bi îdiaya ‘tevlibûna civîn û meşan û tevî îhtarê belav nebûne’ hatibû vekirin, sêyemîn runiştina wê li 25’emîn Dadgeha Ceza Asliyeyê ya Stenbolê hat dîtin. Parêzer di runiştinê de amade bûn.
Merciya dadgehê daxwaza kirku biryara ji bo girtina Sema Korkmaz bê rawestandin. Her wiha dadgehê biryar axwe aşkera kir û runiştin taloqî 13’ê Nîsana 2027’an kir.







