Li Arzoxliyê dîrok bin xetereya rantê de ye

  • 09:07 2 Mijdar 2026
  • Ekolojî
Oznur Deger
 
AMED - Ekolojîstên ku piştgirî dan gelê Arzoxliyê ku li dijî projeya GES’ê li berxwe didin, diyar kirin ku herêma proje lê tê plankirin qada sît a dîrokî ye û di demek nêz de gelek bermahiyên dîrokî lê hatine dîtin. Ekolojistan diyar kirin ku mîrateya çandî ya herêmî di bin xetereya tunebûnê de ye.
 
Taxa Arzoxliyê ya navçeya Sûr a Amedê li dijî "Tesîsa Depoya Santrala Enerjiya Rojê û Enerjiyê ya Zenkar-2" li berxwe didin. Gelê Arzoxliyê li dijî talana xwezayê ya ku tê xwestin bê kirin û hilweşîna ekolojîk,  di çalakiya nobetê de ne. Çalakî ev 10 roj in didomein û piştgiriya ji bo Arzoxliyan didome.
 
Ekolojîstên tevli berxwedanê bûn, der barê GES’ê de axivîn.
 
‘Ev der qada sît a arkeolojîk e’
 
Endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Çîlem Akkaya diyar kir ku gel ji bo xwedî li ax, xweza û ava xwe derkeve bi rojane di berxwedanê de ne û got: “Li ser 300 donim erd dixwazin GES’ê çêbikin. Ev qad ne yek gundekî hemû gundên derdorê dihewîne. Ev der mêrg e û gundî li vir GES’ê naxwazin. Gundî bang dikin ku di rewşa GES bê çêkirin de wê nikaribin sewalkariyê bikin û ew ê koçî bajaran bikin. Em jî li ser banga gundiyan hatin vir. Ev der wek qada sît a arkekolojîk hatiye îlankirin. Dîroka bi hezaran salan li wir heye. Wê GES vê dîrokê tune bike. Em li dijî vê projeyê ne.”
 
‘Valakirina gundan wê îcar bi rêbaza sermayê bê kirin’
 
Çîlem Akkaya daxuyakirin ku bi vê projeyê re wê gelek zindî tune bibin û wiha domand: “Wê avhewa biguhere û av tune bibin. Wê mirov ava paqij nebînin û nikaribin hilberînê bikin. Gundên berê dihatin valakirin îcarê wê bi rêbaza sermayê bên kirin. Dema şîrketeke sermayê bikeve dewrê divê rayedarên dewletê li cem gel cih bigirin. Divê xwedî li gel derkevin. Em li dijî her cureyê talanê ne. Çalakiya gel a li dijî şîrketê didome.Ev ne tenê mijara gund e, ev mijara Amedê û hemû welat e. Tiştekî biçûk a ekolojîk bandor li hemû gund dike.”
 
 
‘Wê bandorê li jiyanê bike’
 
Endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte jî got sermaye û dewletê bêyî daxwaza gel projeya GES’ê kirine jiyanê û got: “Ev pêvajoyeke bi tunekirina xweza û jiyanê ya ji aliyê şîrketê ve hatiye destpêkirinê ye. Ji meha Adarê heta niha şîrketê dest bi xebatên qadê kir. Tevî hemû îtîrazan sermayeyê pratîka xwe danî holê. Gel bi rojan e di nobetê de ne. Mirov xwedî li ax, av û xwezaya xwe derdikeve. Ev proje wê bandorê li ser hemû jiyanê bike, wê texrîbat bandorê li ser hemû bajar bike.”
 
 
‘Xweza azad nebe em nikarin behsa aştiyê bikin’
 
Leyla Çîte bi lêv kir ku aliyê ku aştiyê wek rant dibînin hene û wiha pê de çû: “Pêvajoya aştiyê ji bo hinekan wek pêvajoya rantê tê dîtin. Divê ev wisa pêş nekeve. Heta xweza azad nebe aştî jî ne pêkan e. Divê kesên li bajar jî deng bidin çalakiyê.”
 
Aktîvîsta ekolojiyê Gulşen Bîrer jî wiha anî ziman: “Qada ku dixwazin talan bikin qada sît a asta yekemîn e.  Li vir li şûna ku arkeolog bi baldarî bixebitin, şîrket bi kepçeyan ketinê. Her darbeya kepçeyê mîrateya çandî tune dike. Li vir hilweşîneke dîrokî ya cidî heye. Serlêdanên tên kirin tên piştguhkirin.”