Li Lîbyayê li dijî kafeyeke taybet a jinan êrîş

  • 14:22 30 Cotmeh 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Îcdabiyayê yê Lîbyayê, kafeyeke ku tenê xizmetê dide jinan ji aliyê komek mêran ve rastî êrîşê hat.
 
Li bajarê Îcdabiyayê yê Lîbyayê, kafeyekî ku ji aliyê jinan ve hatiye vekirin û birêvebirin, bû armanca êrîşa komeke mêran. Wêrankirina vê kafeyê, derbarê zexta civakî ya li ser hebûna jinan di qada giştî de û tundiya ku bi navê kevneşopiyê tê kirin de bû sedema nîqaşan.
 
Nîqaşên ku piştî vekirina kafeyê destpê kir, ji xizmeta kafeyê zêdekir, balkişan ser mafê jinan ê avakirina cihên xwe yên serbixwe. Ev bûyer astengiyên cûrbecûr ên jin di qadên wekî perwerde, kar, geşt û beşdariya di jiyana civakî de pê re rûbirû dimînin, ji nû ve anî rojevê.
 
Şîroveyên olî ji bo sînorkirina azadiya jinan tên bikaranîn
 
Divê bûyerên li Îcdabiyayê, danekeve asta nakokiyeke herêmî ya di navbera rojhilat û rojavayê Lîbyayê de. Sînorkirina azadiyên jinan, beşek ji pirsgirêkeke berfirehtir e ku bi "parêzgeriya civakî" ve girêdayî ye ku bi rêya adet û kevneşopiyan tê ferzkirin û ev rewş li herêmên cûda berdewam dike.
 
Bikaranîna hinek şîroveyên Îslamî, ji bo sînordarkirina hebûna jinan a di qada giştî de û ji bo astengkirina mafê wan ê avakirina qadên xwe yên taybet, dibe mijara rexneyan. Tê destnîşankirin ku ev nêzîkatî, kontrola civakî ya li ser biryarên jinan xurttir dike.
 
Tê tekezkirin ku divê diyalogeke civakî ku mafên jinan û azadiya wan a biryardanê nas dike bê pêşxistin, mekanîzmayên parastinê yên li dijî tundî û cudakariyê bê xurtkirin û a pêkanîna dadperwerane ya yasayan bê mîsogerkirin. Bang tê kirin ku divê dezgehên ragihandinê girîngiyeke zêdetir bidin wan astengiyên ku serxwebûna jinan sînordar dikin û ji bo bandora van astengiyan a li ser beşdariya jinan a di jiyana civakî, aborî û çandî de zêdetir cih bê dayîn.