Ji YJK-E û KON-MED'ê li dijî qirkirina jinê pêngava têkoşîna civakî
- 14:28 30 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-E û KON-MED'ê gotin, "Em têkoşîna xwe ya civakî ya li dijî qirkirina jinê û mejiyê serweriya mêr mezin dikin" û ragihandin ku bi pêngava 1'ê Mijdarê re li dijî komkujiya jinan, tundî û newekheviyê banga mezinkirina piştevaniya civakî kirin.
Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) û Konfederasyona Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanya (KON-MED) li Elmanyayê li dijî tundiya li hemberî jinê û qirkirina jinan, ji 1’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hemleyeke têkoşînê dide destpêkirin. Pêngav di çarçoveya “Em li dijî qirkirina jinan û zihniyeta desthilatdariya mêr têkoşîna xwe ya civakî mezin dikin” hate ragihandin. Di çarçoveya hemleyê de ji bo pêşxistina feraseta malbata demokratîk, xurtkirina wekheviya jin-mêr û parastina mafê jiyanê yê jinan wê li seranserî Elmanyayê semîner û çalakiyên cur be cur bên lidarxistin.
Di daxuyaniya hevpar a bi sernavê “Em li dijî qirkirina jinan û zihniyeta desthilatdariya mêr têkoşîna xwe ya civakî mezin dikin” de, ev tişt hate gotin:
“Weke KON-MED û YJK-E em hemleyeke têkoşînê didin destpêkirin ku wê 1’ê Mijdarê destpê bike û heta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dewam bike. Bi vê hemleyê re em dixwazin bal bikêşin ser her cure êrîşa li hemberî jinan, qirkirina jinan û zihniyeta desthilatdariya mêr.
Îro li welateke mîna Elmanyayê ku tê fikirîn mafên demokratîk û mafên mirovî lê pêş ketine, jin li qadên jiyanê yên herî esas rû bi rûyê tundiyê dimînin. Hatiye tespîtkirin ku ji destpêka sala 2026’an û vir ve 105 jin hatine qetilkirin û ji sedî 10’ê van jinan Kurd in, ev yek nîşan dide ku tiştên qewimîne çiqasê cidî ne. Ev yek tenê hejmar nîne. Her kesek xwedî jiyanek, xeyal, malbat, zarok û siberojeke nîvçomayî ye.
Qetlîamên jinan ne tesadufî ne. Zihniyeta desthilatdariya mêr li her qada jiyana civakî bi cih bûye, di encama vê de tundiya li hemberî jinê pêk tê. Yek ji qadên ku jin herî zêde lê rû bi rûyê tundiyê dimînin, li mal û nava malbatê ye. Lewma pêşxistina feraseta malbata demokratîk yek ji mijarên esas a têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê ye.”
Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku tundiya li hemberî jinê tenê weke pirsgirêkek şexsî nayê nirxandin û ev tişt hate gotin, “Li nava malbata ku feraseta malbata demokratîk lê pêş neketiye û wekhevî lê nehatiye esasgirtin, ji şêwazê mezinkirina zarokan heta sîstema perwerdeyê, ji jiyana xebatê heta têkiliyên civakî newekhevî xwe jinûve hildiberîne.”
Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku asteke din a tundiya li hemberî jinê û bêbaweriya civakî bûyerên li kampên koçberan ên li Elmanyayê ne û hate gotin, “Bi taybetî mirinên ku li kampên koçberan weke xwekujî tên ragihandin, têkildarî şert û mercên jiyanê û têrkeriya mekanîzmayên parastinê pirsên cidî tîne rojevê. Divê mirinên ku weke xwekujî tên qeydkirin, bi zelal bên lêkolînkirin û lêpirsînên bi bandor bên meşandin.
Weke civaka Kurd sûcên mîna revandin û kolekirinê yên ku DAÎŞ li Şengalê li hemberî jinên Êzidî pêk anî, gefên li hemberî destkeftiyên jinên li Rojava, li Îranê zext û cezayên darvekirinê yên li hemberî jinan, em weke rojeva têkoşîna xwe ya azadî û edaletê dibînin.
Ev bûyer hemû car din nîşan didin ku tundiya li hemberî jinê bêsînor e. Her çendî ku şêwaz û şert û mercên tundiyê cuda be jî, parastina mafê jiyanê yê jinan, îrade û azadiya jinan berpirsyariya me ya hevpar e.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:
“Weke KON-MED û YJK-E em qebûl nakin ku tundiya li hemberî jinan tenê piştî cînayetê bikeve rojevê. Divê şert û mercên civakî yên ku bûne sedemê tundiyê bên lêpirsînkirin, feraseta malbata demokratîk were pêşxistin, wekheviya di nava malbatê de were xurtkirin, zarok li ser bingehê wekheviya zayendî bên perwerdekirin û jin di qada aborî, civakî û siyasî de bi rengekî azad cih bigirin.
Em daxwaz dikin ku li Elmanyayê mekanîzmayên ji bo parastina jinan bên xurtkirin, malên jiyanê yên jinan û navendên piştevaniyê bên destekkirin, serlêdanên jinên ku rastî tundiyê hatine yan jî yên di bin gefa tundiyê de bi cidiyet bên nirxandin û ji bo astengkirina cînayetên jinan gavên bi bandor bên avêtin.
Di heman demê de em destnîşan dikin ku divê cihên xwespartinê yên jinên koçber û ciwanan û mafên wan ên desteka psîkolojîk, piştevaniya hiqûqî û parastina ji tundiyê bên garantîkirin.
Di çarçoveya hemleya me de ku wê ji 1’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê bidome, li seranserî Elmanyayê têkildarî ‘Malbata demokratîk çiye, malbata demokratîk çawa tê afirandin û feraseta malbata demokratîk çima girîng e?’ wê semîner, xebatên perwerdeyê û çalakiyên cur be cur bên lidarxistin.
Bi piştevaniya jinan û hemû beşên civakê, têkoşîna rêxistinkirî, pêşxistina feraseta malbata demokratîk û xurtbûna zanista civakî em bawer dikin ku wê ev çanda tundiyê were guhertin.
Ji ber ku em dizanin ku heta jin azad nebe, civak azad nabe.
Em jiyana li dijî qirkirina jinê diparêzin! Em li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr azadiya jinê diparêzin!
Jin, Jiyan, Azadî!”







