Bermahiyên sondajê bera çem dan

  • 16:09 29 Cotmeh 2026
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Li gundê Şilyanê yê li herêma Gabarê, şîrketên petrolê bermahiyên sondajê bera çem didin.
 
Hat ragihandin ku bermahiyên ji xebata sondaja petrolê yên Şîrketa Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) li gundê Şilyanê ku li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê ye bermahiyên sondajê bera çemê li herêmê dide. Gundiyan nerazîbûna xwe anîn ziman û diyar kirin ku bermahiyên sondajê bi tankeran hatine anîn û li nava zeviyan hatine valakirin; her wiha gotin ku ava qirêj a di herike nava çemê heywanên wan jê avê vedixwin jî qirêj kiriye. Tê gotin ku li gund nêzîkî 4 hezar serî pez û bizin hene û ji ber bêhna giran û belavbûyî ya bermahiyan, êdî nêzîkbûna li çem ne pêkan e.
 
Gundî daxwaz dikin ku derbarê kesên berpirsiyar ên van bermahiyan li qadên jiyanê vala dikin de ceza bê dayîn.