Li gumanbarê ku Gozde Akbaba qetil kir cezayê muebeta giran

  • 19:46 22 Cotmeh 2026
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Li Lokman Etken ê Gozde Akbaba qetil kiribû ji sûcê ‘ji qestî û plankirî jin qetilkirin’ cezayê muebeta giran, ji sûcê çeka bê ruhsat jî sê sal ceza hat birîn.
 
Li navçeya Menemen a Îzmîrê di 19’ê Çile de gumanbar Lokman Etken jina bi navê Gozde Akbaba qetil kir. Doza ku gumanbar jê dihat darizandin li Dadgeha Ceza Giran a Menemê hat dîtin. Gumanbar Loman Etken, parêzerên wî  di runiştinê de amade bûn. Bavê Gozde Akbaba, Osman Akbaba bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bû.
 
Dozger mutala xwe pêşkêş kir û daxwaz kir ku ji sûcê ‘ ji qestî jin qetilkirin’ cezayê muebetê bê birîn û ji sûcê ‘çeka bê rûhsat’ bê cezakirin.
 
Heyeta dadgehê piştî parastin û îfadeyan biryara xwe aşkera kir û ji sûcê ‘ji qestî û plankirî jin qetilkirin’ cezayê muebeta giran, ji sûcê çeka bê ruhsat jî sê sal ceza hat birîn.