Jina kedkara çandiniyê jiyana xwe ji dest da
- 17:22 22 Cotmeh 2026
- Rojane
ENQERE - Li Polatli ya Enqereyê di dema komkirina pincarê de Turkan Keskî ket ber maşîneya rakirina pincarê û jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Yenîkoseler a Polatli ya Enqreyê di dema rakirina pincarê de kedkara çandiniyê Turkan Keskîn (50) ket ber maşîneya rakirina pincarê û jiyana xwe ji dest da.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cenderme û îtfayê hatin cihê bûyerê û cenazeya Turkan Keskîn rakirin morgê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.







