Li gumanbarê ku Hande Buse Şeker qetil kir cezayê muebeta giran
- 17:55 21 Cotmeh 2026
- Hiqûq
ÎZMÎR - Li gumanbar polîs Volkan Hîcret ku Hande Buse Şeker qetil kir cezayê muebeta giran hat birîn.
Li taxa Alsancak a Konak a Îzmîrê di 9’ê Çileyê 2019’an de polîs Volkan Hîdret jina trans Hande Buse Şeker bi çekê qetil kir. Runiştina doza ku gumanbar jê dihat darizandin li 4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Edliyeya Herêmî ya Îzmîrê hat dîtin. Gumanbar bi SEGBÎS’ê tevil runiştinê bû. Parêzerên aliyan, Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, Aktîvîstên Komeleya Genç LGBTÎ û gelek jinan doz şopandin.
Di runiştinê de heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkera kir. Heyetê ji sûcê ‘ji qestî’ kes kuştin’ cezayê muebeta giran birî.Her wiha ji sûcê peywira xwe nebaş bikar aniye jî 20 sal ceza birî.
Piştî runiştinê rêxistinên jinan daxuyaniyek dan. Li ser navê rêxistina jinan nûnera KCDP’ê Tulîn Oslmanogullari axivî û da zanîn ku heta ku biryara ‘bi çavosorî qetilkirin’ neyê dayîn wê têkoşînê bidomînin.







