Keda 24 salan û têkoşîna debarê

  • 09:03 28 Cotmeh 2026
  • Ked/Aborî
SEMSÛR - Zelîha Comert ya bi salane diçe paqijiya malan dike mobînga li ser hatiye kirin wiha vegot: “Yên me biçûk dibînin hene. Ji ber vê ez cara duyemîn naçim wan malan. Divê tu kes biçûk neyê dîtin.”
 
Jin di her qada jiyanê de ji ber newekheviya zayenda civakî bi pirsgirêkan re tên rû hev, keda wan nayê dîtin, beramberê keda xwe nagirin, li dijî mobîng û xebateke bê ewle  têdikoşin. Jinên ji bo debara xwe bikin û aboriya xwe diçin paqijiya malan van pirsgirêkan dijîn. Yek ji jinên ku bi salane vî karî dike Zelîha Comert e. 
 
Zelîha Comert pirsgirêkên dijîn ji ajansa me re vegot.
 
'24 salan çûm paqijiya malan'
 
Zelîha Comert daxuyakirin ku 24 sale vî karî dike û wih agot: “24 sal di saetekê nayê vegotin. Zivistanê, ber û baranê de çû. Di şertên giran de xebitîm. Bi mirovên baş re jî xebitîm. Min karê xwe şbaş dikir. Min pirsgirêk nedijiya. Lê hevalên min pirsgirêk dijiyan. Min ji hevalên xwe re pêşniyar dikirin, min digot hûn wisa bikin wê baştir be. Bêguman min jî zehmetî kişandin, dilê min şikest, tiştên ku min xemgîn bikin hatin jiyîn. Lê ez li mafê xwe geriyam, min tiştek dilê xwe de nehişt.”
 
‘Ji min re dem nedima’
 
Zelîha Comert di berdewamiyê de wiha got: “Ligel karê malê, ez li mala xwe jî kar dikim. Berpirsyariyên min hene. Zarokên mirovan biçûk bin û biçin dibistanê hîn zehmetire. Ez sibehê zû diçûm. Min kar diqedand dihatim malê bi zarokan re eleqeder dibûm. Ji bo min dem nedima.”
 
Zelîha Comert mobînga li malê dixebitî dihatin jiyîn jî wiha anî ziman: “Jinên ji jor ve mêze dikirin hebûn. Min tu carê ev qebûl nedikir. Li mala ku mobîng û newekhevî hebûna ez carek din nediçûm. Min karê xwe dikir. Lê wan ez biçûk didîtim.  Min tu carê karê xwe biçûk nedit. Ez ji 2002’yan heta niha vî karî dikim. Wê demê kesî qebûl nedikir. Min 7 salan ji bavê xwe veşart. Ji bo kesên diçûn karê paqijiyê digotin xizanin. Ez ji bo hewceyê kesî nebim, ji bo zarokên xwe li ser piyên xwe sekinîm.”