Riham Hico: Bi civakê re biryar hat girtin

  • 09:10 2 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Riham Hico têkildarî pêngava entegrasyona demokratîk wiha got: "Heta niha tifaqên ku dihatin kirin bi hêzan û derdoran re bûn. Bi civaka êzidî re tifaqî nehatin kirin. Tifaqa ku li Çiyayê Şengalê hat kirin, bi dayik, şervan, siyasetmedar û nûneran hat kirin, cihekî keyfxweşiyê ye. Têkoşîneke demdirêj û nû dest pê dike."
 
Di 26’ê Cotmehê de li lûtkeya Ciyayê Çilmêr ê Şengalê bi awayekî fermî di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û hikûmeta federal ya Iraqê de entegrasyona demokratîk hat ragihandin. Berpirsên leşkerî û îdarî yên Iraqê û Fermandariya YBŞ-YŞJ'ê lihevkirin wek dîrokî pênase kirin û ragihandin ku ji niha û pê ve Çiyayê Şengalê dê bi hevparî were parastin.
 
Berdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico têkildarê mijarê ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.
 
Tifaqa yekem a bi hikûmetê re
 
Riham Hico, di destpêka axaftina xwe de wiha behsa roja lihevkirina li Çiyayê Şengalê kir: “Di dîroka civaka êzidiyan de, cara yekemîn li Çiyayê Şengalê tifaqa ku dewlet bi civaka Şengalê re kir. Heta niha tifaqên ku dihatin kirin bi hêzan û derdoran re bûn. Bi civaka êzidî re tifaq nehat kirin. Tifaqa ku li Çiyayê Şengalê hat kirin, bi dayik, şervan, siyasetmedar û nûneran hat kirin, cihekî keyfxweşiyê ye. Dîmenên fermanê jî hene. Di dema fermanê de êzidî bi êrişên bêhempa re rûbirû man. Ên ku ji civaka êzidî ji fermanê rizgar kirin û parastin li Çiyayê Şengalê bûn. Daxuyaniya dîrokî ya civaka êzidî li Çiyayê Şengalê bû. Vê da îspatkirin ku ya ku bi ser ket civaka êzidî bû. Êdî kes nikare ku xwe li ser îradeya êzidiyan ferz bike. Ji ber vê yekê jî civak ji vê tifaqê kêfxweş bûn. Lê di demê pêş de dê çi bibe çawa bibe dê bi demê re bê xuyakirin.”
 
‘Fermandarî bi civakê re biryar girt’
 
Riham Hico, diyar kir ku beriya lihevkirinê gelek civîn û hevdîtin hatin kirin û wiha bi lêv kir: “Gava yekem bû, baş bû û dîrokî bû. Di cihê xwe de bû. Ev ne biryarek wisa rihet û hêsan bû. Beriya ku ev biryar bê dayîn û ev gav bê avêtin bi mehan nîqaş hatin kirin. Dema diyalog dihatin meşandin jî hêzên fermandariya YBŞ’ê her tişt bi civaka xwe re parve dikir. Ev jî cihekî kefxweşiyê ye. Cara yekemin e ku fermandarî bi civaka xwe re biryarê digire û bi parvekirinan dike. Civîn dihatin kirin, belê ne tiştekî wisa rihet bû. Gelek bi stres bû. Hîn tişt ne li gor dil bû. Gelek fikar û guman jî hebûn.”
 
‘Sedemên fikar û gumanan hene’
 
Riham Hico di axaftina xwe de wiha bal kişand ser sedemên fikar û gumanan: “Niha ev guman û fikar berdewam dikin. Ji ber ku baweriya civakê bi salan e ji hikûmetê şikestiye. Bi salan e hikûmet ji bo civaka êzidî tiştek nekiriye. Ev dibin sedem ku civaka êzidî bi guman nêz bibe. Gumana êzidiyan ji şerwanên êzidiyan nîne, ji ber ku bi salan li ber xwe da. Di şert û mercên herî zehmet e civaka xwe parastiye. Ji ber vê yekê baweriya civakê ji hêzên xwe hene. Hikûmetê her tim dixwest bi êzidiyan re peyamanekê çêke, lê parçebûn, bêîradebûna hikûmetê, destê gelek dewletan di nav hikûmetê de heyî nedihişt. Dema hikûmetê dixwest gavê bavêje, Tirkiye, Îran, PDK û Amerîka mudaxale dikir û dida sekinandin. Lê bi daxuyaniyên ku hatin dayîn hinek rihetî çêbû. Têkoşîna me dê nû dest pê bide. Ji bo ku em mafê xwe yê îdarî, siyasî û parastinê bi dest bixin têkoşîn divê û dê ev têkoşîn dûdirêj be jî. Divê civaka me ji her tiştî re amade bibe. Ji ber ku xweparastin meseleyeke gelekî girîng e. Sedema fermanê nebûna hêzeke parastinê bû. Bi rastî di hêla xweparastinê de gumanên me gelek in. Zarokên êzidiyan dê dîsa parastina civaka xwe bikin, bi navekî din û bi şeklekî din. Her wiha baweriya me bi hêzên din ên cuda nîne ku parastina me bikin. Baweriya me ji civaka me tê.”
 
Di entegrasyonê de rola jinan
 
Riham Hico, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rol û misyona jinan a di nav entegrasyonê de: “Di entegrasyonê de rolek me ya TAJÊ heye. Bi entegrasyonê re rola me bi dawî nabe. Ji ber ku em rêxistineke jinan e. Di gelek aliyan de em xwe bi rêxistin dikin. Têkoşîna me siyasî ye, têkoşîna me civakî ye, têkoşîna me dîplomasiyê ye û hwd. di gelek aliyan de em ê têbikoşîn. Karekî demdirêj e. Em ji bo mafên jinan têdikoşin. Bi entegrasyonê re em ê kar bidin meşandin û xebatên xwe bikin. Em ê entegrasyonê re pêşengtiyê bikin û ji bo mafên jinan misoger bikin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Berjewendiyên civaka êzidî
 
Riham Hico, daxuyand ku niha avakirina komîsyonên çavdariyê gelekî girîng in û wiha bi lêv kir: “Em wek jin wek her kesî nêz nabin. Em mijaran cuda digirin dest. Aliyek 3’yemîn di entegrasyonê de heye. Komîsyonên heyî divê bê alî bin. Bêtir ji bo berjewendiyên civaka êzidî, xaka Iraqê û Şengalê de têkoşîna xwe bidin meşandin. Em wek TAJÊ di nîqaşên navxweyî de balê dikişinin ser merheleyan. Em hewl didin ku merheleyê baş şîrove bikin û binirxînin. Li gor vê jî nêrîneke hevbeş a ku berjewendiyên civaka êzidî derxin holê.”
 
Reveberiya îdarî ya Şengalê
 
Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Riham Hico, destnîşan kir ku aliyek entegrasyona leşkerî û aliyek jî entegrasyona civakî jî tê nîqaşkirin û wiha bal kişand ser mijarê: “Saziyên civakî, şaredarî, mamoste hene. Saziyên esasî ne. Ya din mijara herî girîng û hesas mijara rêveberiya Şengalê ye. Heta niha rêveberiya Şengalê, qeymeqamti û girêdayî Musilê ye. Ji ber ku Musil jî perçe kiriye. Di hêla kurdî, sunî û şîe dê. Her wiha bandora Tirkiye, Îran û Suidî Erebistanê jî heye. Gelek dest di Musilê de heye. Bi rastî civaka êzidî bûne mexdûrên vê yekê. Kîja hêz bê, li gor vê yekê biryaran digirin. Daxwazek me heye ku rêveberiyeke taybet a ku girêdayî Bexdayê hebe. Rêveberiyeke herêmî û mistaqil be. Di hêla qanûnê de bila girêdayî navendê bibe û xwe bi rêxistin bike. Her du mijar girîng û hesas in. Diyalog û niqaş li ser van mijaran jî tên kirin. Nêrin tên girtin, proje tên amadekirin û dê bên pêşkeşkirin ji hikûmetê re.”
 
‘Ji bo bidestxistina mafê jinê têkoşîn divê’
 
Riham Hico, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa jinan: “Bi rastî ne tenê êzidî, di tevahiya Iraqê de mexdûriyetek heye. Têkoşîna me ji bo giştî jinan heye, di asta Iraqê de em têdikoşin. Li Iraqê ji bo îradeya jinan qanûn nayên derxistin. Meseleya jinan meseleyeke giştî û berfireh e. Di nav meseleya entegrasyonê de nayê çareserkirin. Di entegrasyonê de meseleyên giştî tên çareserkirin, jin jî di nav de ye. Civak vegere Şengalê jinan eleqedar dike, avakirina Şengalê carek din dîsa jinan eleqeder dike. Bi taybetî maf û heqê jinan hewcedarî bi têkoşînê heye û ev yek jî demdirêj e. Têkoşîn, li hemberî zîhniyeta desthilatdariya mêr û dewletê ye. Dewleta Iraqê ji bo jin nebin îrade di nav hewldanan de nin. Gelek meseleyên jinan dibe ku ne di merheleya entegrasyonê de bên çareserkirin, lê dê di rojeva jinan de bin. Mijara jinên ku dîl hatine girtin hene, mijara Jenosîdê heye û hwd. wek stratejik. Ev yek ne ya niha, îro, sibê, dê demek dirêj bigire."
 
Helwesta PDK’ê ya li hemberî êzidiyan
 
Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku entegrasyonê nas nakin û daxwaza vegera li peymana 9’ê Cotmeha 2020’î kir ku civaka Êzidî ew peyman wekî jenosîdeke nû ya siyasî pênase kiribû û nexwestibûn ku bikevin bin bandor û fermana wê peymanê de. Têkildarê vê mijarê jî Riham Hico wiha nêrînên xwe anî ziman: “PDK’ê êrişê êzidiyan dike. Heta îro jî PDK îradeya êzidiyan qebûl nekir. Civaka êzidî wek hêz, îrade nas nekir. PDK bûye kurmê darê. PDK’ê li hemberî civaka êzidî sûc kir û dike jî. Di fermanê de sûc kir, di sala 2017’an de sûc kir. Êrişê civaka êzidî kir. Ji dijminê êzidiyan re hevkarî kir. Bi Iraqê re peymana 9’ê Cotmehê îmze kir û xwest êzidiyan tasfiye bike. Civaka êzidiyan ji holê rabike. Lê belê bi ser neket. Ev yek derveyî ehleq, wîjdan û mirovaniyê ye. Di şerê taybet de ne tenê li Başûr, kurdên li Bakur, Rojava û Ewropayê jî li hemberî êzidiyan radike. Bangewaziya min heye, ev yek dê encamên baş dernexin. Dibe ku baweriyên me cuda bin lê em di heman keştiyê de ne. Êrişên li ser me yek in. Tiştên ku PDK’ê heq tê dîtin ji me re qebhet tê dîtin. Em jî dikarin çarenûsa xwe bi hikûmeta Iraqê re diyar bikin. Em jî dikarin bi derdorê re lihevkirinan bikin. Em ê heta kengê mehkûmê siyaseta PDK’ê bin. Ji hêla oldarên Iraqê ve heta niha ji bo êzidiyan tiştek nehatiye gotin lê yên PDK’ê olperestiyê dikin. Dema em behsa PDK’ê dikin ne behsa kurdan dikin. Em behsa siyaseta qirêj a PDK’ê dikin. Ez bang dikim ku em neyên lîstokên PDK’ê. Em bêtir hevdû qebûl bikin, bibin hêz û yekitiya xwe biafirînin."