Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir

  • 11:44 25 Mijdar 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî aliyên hiqûqî yên pêvajoyê û rewşa girtiyên nexweş bi Wezîrê Edaletê Akin Gurlek re hevdîtinek kirin.
 
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, Mithat Sancar û Faik Ozgur Erol bi Wezîrê Edaletê Akin Gurlek re hevdîtinek kirin.
 
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de aliyên hiqûqî yên pêvajoyê, pirsgirêkên înfazê û rewşa girtiyên nexweş jî di nav de rewşa li girtîgehan hatiye nirxandin.