Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi şahiyekê bi dawî bû
- 20:47 20 Mijdar 2026
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi şahiyekê bi dawî bû. Di nav 8 rojan de 45 fîlmên curbicur ên ku mijarên gelek cuda dihewandin, hatin pêşandan.
Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi şahiyekê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamisloyê hat lidarxistin bi dawî bû. Mîhrîcan ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” hat lidarxistin. Mîhrîcan di 13’yê Mijdarê dest pê kir. Bi sedan mêvan ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û derveyî welat beşdarî mîhrîcanê bûn.
Di mîhrîcanê de hunermendên ji beşên cuda yên Kurdistanê cih girtin û di dirêjahiya 8 rojan de 45 fîlmên curbicur ên ku mijarên gelek cuda dihewandin, hatin pêşandan. Her wiha mîhrîcanê eleqeyeke mezin dît û hejmareke zêde ya kesên ku bi hunerê re eleqedar in, beşdar bûn







