Jinên li Pasûrê li Belgefîlmê 'Jinwar' temaşe kirin
- 16:25 11 Mijdar 2026
- Çand û Huner
AMED - Ji hêla Rêveberiya Jinan a Şaredariya Pasûrê ve çalakiya di çarçoveya 25'ê Mijdarê de hate lidarxistin. Jin di vê çarçoveyê de li hev civiyan û belgefîlmê "Jinwar" temaşe kirin û jinan li ser hevgirtina jinan, hilberîna hevkar, rêxistin û jiyana azad nîqaş kirin.
Rêveberiya Jinan a Şaredariya Pasûrê ya Amedê xebatên xwe yên ji bo hêzdarkirina jinan a di jiyana civakî de, pêşxistina torên hevgirtinê û belavkirina hişmendiya jiyana azad didomîne. Di çarçoveya vê yekê de, pêşandana belgefîlmê li Navenda Hevgirtina Jinan a Jinda, ku girêdayî şaredariyê ye, hate lidarxistin.
Jinên ku di çalakiyê de li hev civiyan, bi hev re belgefîlmê Jinwar temaşe kirin. Piştî pêşandanê, wan li ser hevgirtin, hilberîna hevkar, rêxistin û jiyana azad nîqaş kirin.







