Di Mîhrîcana Navneteweyî ya Mehrê ya li Dubaîyê de Derya Kakayî biser ket

  • 14:15 7 Mijdar 2026
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda Kurd a ji Kirmaşanê Derya Kakayî di duyemîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Mehrê ya li Dubaîyê de di beşa stranbêjiyê de hat bijartin. Koma wê ‘Jîndar Kurdistan’ yekem car di malpera fermî ya mîhrîcanê de bi awayek fermî cih girt.
 
Li gorî lîsteya ku ji aliyê organîzatorên duyemîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Mehrê ve hatiye weşandin, Derya Kakayî di nav pênc kesên hilbijartî yên beşa stranbêjiyê ya vê bûyera hunerî de cih girtiye. Navê wê ligel Umîd Rehmanî, Riza Salihî, Meftûn Seferlî û Raber Kurdistanî di lîsteya kesên hilbijartî yên vê beşê de hatiye ragihandin.
 
Her wiha malpera fermî ya mîhrîcanê, Derya Kakayî wek endameke koma muzîkê ya "Jîndar Kurdistan" daye naskirin. Koma ‘Jîndar Kurdistan’, xelata yekem a beşa muzîka kevneşopî û herêmî ya duyemîn beşa Mîhrîcana Mehrê ya di sala 2025'an de, girtiye.
 
Ev mîhrîcan ji 26'ê Îlonê heta 4'ê Cotmeha 2025'an li bajarê Dubaîyê yê Îmarata Erebî ya Yekbûyî hate lidarxistin. Hunermendên ji qadên cihêreng ên wek muzîk, sînema, şano û wênekêşiyê beşdarî mîhrîcanê  bûn.
 
Beşdarbûn û serkeftina Derya Kakayî di vê bûyera navneteweyî de, derfetek ji bo nasandina muzîka Kurdî û hunermendên vê qadê ya di qada navneteweyî de, peyda kiriye.