Hevdîtinên TJA’yê dewam dikin

  • 16:24 11 Mijdar 2026
  • Rojane
ÊLIH - Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de bi malbatên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane re civiya.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de li navçeya Qubîn û gundê Awîskê yên Êlihê  bi malbatên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane re civiya. Ji bilî aktivistên TJA'yê,  Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ) ya Êlihê Zeynep Oduncu Kutevi jî beşdarî serdanê bû.