Salvegera damezrandina TJA'yê li Wanê hat pîrozkirin

  • 20:10 20 Mijdar 2026
  • Rojane
WAN – Bi boneya salvegera damezrandina TJA’yê li Wanê bernameyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin.
 
Bi minasebeta damezrandina Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bernameyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin. Çalakî li ŞanoWan a li Navenda Kirînê ya Perihanê hat lidarxistin. Aktîvîstên TJA’ye, Dayikên Aştiyê û gelek jinên beşdarê bernameyê bûn. Di bernameyê de pankartên "Li dijî hişmendiya Komployê dem dema jina azad e" û “Bi hêza cewherî û vîna azad, niha dema jinê ye” hatin daliqandin.
 
Çalakî bi rêzgirtinê destpêkiri û bi nîşandana sînevizyonê berdewam kir.
 
Aktîvîsta TJA’yê Felek Erdem, axivî û wiha bal kişand ser têkoşînê: “TJA li dijî hemû zihniyetan paşverû di nav têkoşînê de bû. Li dijî pergal û zihniyeta serdest a mêran têkoşîna xwe berfireh kiriye. Bi salan e em di çarçoveya kampanyayên cûda de li qadê ne, em bi jinan re tên cem hev, em bi astengiyên dewletê re rû bi rû mane, lê çi dibe bila bibe, me gavek paşve neavêtiye. Têkoşîna me li her deverê ku em lê bin dê berdewam bike."
 
Bername bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.