Li Ekvadorê di 9 mehan de 323 jin hatin kuştin

  • 10:37 19 Mijdar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ekvadorê di navbera 1'ê Çile-24'ê Îlona 2026'an de 323 jin û zarok hatin kuştin. Li gorî daneyan li welat her 19 saetan carekê jin an jî zarokek hatin kuştin.
 
Li gorî daneyên Tifaqa Şopandina Kuştina Jinan a Femînîst a li Ekvadorê, di navbera 1'ê Çileyê-24'ê Îlona 2026'an de 323 jin hatin kuştin. Tifaqa ku ji nêzî 12 rêxistinan pêk tê, ragihand ku li welat her 19 saetan carekê jinek an jî zarokeke keç hatin kuştin.
 
Hate ragihandin ku ji cînayetên hatin qeydkirin 243 ji wan ji ber şerê navbera komên sûc rû dan. 67 jê ji aliyê partnerê nêzî xwe, 13 jê jî weke kuştina jin a trans hate pênasekirin. Hate ragihandin ku 26 jinên hatin kuştin di bin 18 salî de bûn.
 
Li gorî daneyan ji jinên hatin kuştin herî kêm 7 jê ducanî bûn. Di encama bûyerên kuştinê de 78 zarok û ciwan bê dayik û bê bav man.
 
Li gorî daneyên rêxistinên femînîst li Ekvadorê di sala 2025'an de 411 jin hatin qetilkirin.