Zimanê siyaseta serdest vediguhere polîtîkaya serdest
- 09:10 19 Mijdar 2026
- Ramyarî
Melek Avci
ENQERE - Beriya 25’ê Mijdarê, zimanê siyaseta serdets a mêr ku gotina jinan dibirin û jinan ji ser malbat û dayiktiyê pênase dike, bandor li polîtîkayên jinan jî kir. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya wiha got: “Jin ji bo di siyasetê hebin, xwe neçar hîs dikin ku wek mêran tevbigerin.”
Di dema 28’an a meclîsê de jin ligel têkoşîna li dijî tundî, qetilkirin û newekheviya li hember jinan, li dijî zimanê ku li parlamentoyê tê bikaranîn jî têkoşin. Li meclîsê li hember jinan mudaxale, birîna gotinê û hedefgirtina jinan heye. Li gel vê bi îlankirina sala malbatê re bandora vî zimanê li meclîsê carek din derket holê.
Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya der barê mijarê de axivî.
‘Nûnerî zêde bibe jî kodên serdestiya mêr naguherin’
Adalet Kaya da zanîn ku zêdebûna nûneriya jinan a di siyasetê de bi tena serê xwe feraseta serdest a mêr a di siyasetê de naguhere û got: “Cihgirtina jinan a di siyasetê de ya li Tirkiyeyê di raporên navneteweyî de bi awayekî şênber tê dîtin. Bi kevneşopiya partiya me DEM Partiyê re ev li meclîsê heta ji sedî 30’î derketiye. Di mijara xurtbûna tevlibûna jinê de me rolek pêşeng a mezin girtiye. Em ji guherînên cidî re pêşeniyê dikin. Em di partiyên din jî zêdebûna jinan dibînin. Lê mixabin zêdebûn hebe jî mixabin di guherîna fikr û nêrînê de tiştek tuneye. Jin ji bo di siyasetê de hebin wek mêran difikirin û tevdigerin. Em vê bi gelek tevger û nêrînê de dibînin.Bêguman em bi zor û zehmetiyên wisa re tên rû hev.”
‘Zîhniyeta serdest ya mêr heye’
Adalet Kaya balkişand ser zêdebûna mêran di kadroyên brokrasiya dewletê de û wiha anî ziman: “Siyasetmedarên dibêjin ‘em wekheviyê diparêzin jî’ vê dikin. Mînak em di dema hevdîtinên butçeyê de ne. Em li kadoryên wezaretan dinêrin ji sedî 95 mêr tevli dibin. Hîna jî dema jin astên payebilind de cih digirin pêşiya wan tê girtin. Zîhniyeta serdest a mêr mijara gotinê ye. Di mijara reng, fikr û raman û ziman de newekheviyeke cidî heye.”
‘Zîhniyeta serdest bi perwerdehiyê dikare bê guhertin’
Adalet Kaya destnîşan kir ku parlamenterên jin jî dikarin ferastea serdest ya mêr ji nû ve biafrînin û wiha daxuyand: “Hîna parlamenterên jin yên dibêjin hewce bi mafê nefeqeyê tune ye, hene. Parlametnerên jin ên ku hewl didin ev maf ji holê bên rakirin hene. Ev mijar girêdayê zîhniyetê ye. Zîhniyeta serdest ya mêr bikare bi perwerdehiyê bê guhertin. Parlamneterên mêr li meclîsê îfadeyên zayendperest bikar tînin. Me gelek caran şahidiya vê kiriye. Dijûnan dikin. di axaftina normal de îfadeyên zayendperest tên bikaranîn. Em hişyariyên pêwist dikin û em hewl didin ev rewş ji holê rabin.”
‘Jin wek welatiyên wekhev nayên dîtin’
Adalet Kaya di berdewamiyê de bi lêv kir ne tenê di ziman de di wezaretan de jî di butçeyê de zîhniyeta serdest veguheriye polîtîkayan û got: “Em li butçeyê dinêrin tu car jin nayên dîtin. Me bi dehan carî got. Butçeya wezareta malbatê, jinê dinaav malbatê de digire nav xwe û jinê bi tena serê xwe wek welatiya wekhev nabîne. Jin di nav malbatê de tê dîtin.Li tu derê cîhanê pêkanînek wiah tune ne. Li şûna pêşeroja jinan welidîn esas tê girtin. Der barê jinên ciwan de polîtîka ji ser zewac û welidînê teşe dibe. Mekanîzmayên dewletê jinan naparêze. Di vê mijarê de qels dimînin.”
‘Ez bi hêza jinan bawer dikim’
Adalet Kaya li ser girîngiya têkoşîna jinan a rêxistinkirî sekinî û wiha got: “Di têkoşîn û veguherînê de têkoşîna rêxistinkirî ya jinan girîng e. Divê em vê rêxistin bikin. Li Ewropayê mînakên vê hene. Jin û ciwan li dijî polîtîkayên dijminê jinê xwe rêxistin dikin û desthilatdariyan dixînin. Hewcedariya me jî bi vê heye. Ez bi hêza jinan bawer dikim.”







