Tirkmenên Elewî yên Rihayê: Divê dewlet gavê bavêje

  • 09:06 19 Mijdar 2026
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
RIHA - Tirkmenên Elewî yên Rihayê diyar kirin ku divê dewlet ji bo aştiyê gavên pêwist bavêje û wiha got: “Em bi pêvajoya aştiyê bawer dikin. Dem divê neyê taloqlkirin. Divê demildest aştî pêk bê.”
 
Li taxa Kisas a navçeya Xelîliye ya Rihayê bi salan e ji bawerî û gelên cuda mirov ligel hev dijîn. Tirk, Kurd, Ereb ligel hev dijîn. Li Kisasê têkiliyên cîrantiyê hebûna çand û pratîka jiyana hevpar diaprêzin.
 
Tirkmenên Elewî yên li vê taxê dijîn der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn.
 
‘Em Ereb, Kurd û Tirk ligel hev dijîn’
 
Adîle Ak, da zanîn ku ew bi salan e li Kisasê ligel hev dijîn û wiha got: “Ya me li ser piyan dihêle parvekirin e. Dema ku ez beroşek xwarin çêbikim dişînim ji her kesî re. Em bi dewlemendî û pereyan re eleqeder nabin. Ji bo me ya girîng ne ev e. Ya girîng dewlemendiya dil e. Em bi pêvajoyê bawer dikin. Em wek gel ji hev hez dikin, hev diparêzin. Em mafên mirovan esas digirin. Em qîmet didin hev. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girîng e. Divê dewlet gavên pêwist bavêje. Demildest jî aştî pêk bê.”
 
‘Li vir newekhevî tune ye’
 
Huriye Demîrcanli jî da zanîn ku bi salane mirovên ji bawerî û nasnameyên cuda li vir dijîn û wiha anî ziman: “Ez li vir hatime dinê. Ez ji jiyana çanda Kisasê hez dikim. Li vir yekitî heye. Li vir parvekirin heye. Yekitiya baweriya Elewî esas e. Li vir Kurd, Ereb û Elewî, Tirk hene. Em bi hev re bêyî newekheviyê li vir dijîn. Ji ber krîza aborî zarokên me wek çawîşên pispor diçin şer. Em bi pêvajoya aştiyê bawer dikin. Ger ku aştî bê wê şer jî tune be. Em dixwazin ku dewlet demildest gavê bavêje.”