Li Şemrexê bazara keda deste jinan hat vekirin
- 19:45 23 Mijdar 2026
- Ked/Aborî
MÊRDÎN – Li Şemrexê ji bo ku keda jinan bêtir were dîtin, "Bazara Huner û Karên Destan ya Jinan" hate vekirin. Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk ragihand ku ev bazar dê her ji 15 rojan carekê were lidarxistin û bang li gel kir ku piştgiriyê bidin vê însiyatîfê.
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, Bazara Huner û Karên Destan ya Jinan, bi pêşengiya Navenda Piştevaniya Jinan û Jiyanê ya "Vejîn" a Şaredariya Şemrexê û jinên kedkar ên herêmê hate vekirin. Di merasîma vekirinê de ku li navenda bajêr pêk hat, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, her wiha hejmareke zêde ya jinan amade bûn.
Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir ku ev demeke dirêj e ew dixwazin vê bazarê ava bikin û got: "Îro, em kelecan û şahiya pêkanîna vê vîzyonê dijîn. Di dirêjahiya dîrokê de, keda jinan her tim hatiye paşguhkirin. Yên ku şaristanî ava kirine û bi keda xwe jiyan afirandine jin in."
Kudret Uçuk da zanîn ku ji bo dîtina keda jinan, ev bazar dê her 15 rojan carekê li qada bazarê ya navçeyê were danîn û wiha got: "Em bang li xelkê Şemrexê dikin ku xwedî li vê Bazara Huner û Karên Destan ya Jinan derkevin û piştgiriyê bidinê. Bila ev bazar ji bo jinên kedkar û tevahiya civaka Şemrexê bibe wesîleya xêrê."
Piştî axaftinan, bazar bi awayekî fermî hate vekirin. Jinan berhemên cûrbecûr ên ku bi destên xwe çêkiribûn, peşkeş kirin.









