Partiyên li Kobanê piştgiriya ji bo Başûrê Kurdistanê ragihandin
- 13:50 26 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî yên li bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo gelê Başûrê Kurdistanê ragihand.
Bi armanca piştevaniya Başûrê Kurdistanê partiyên siyasî bi daxuyaniyekê piştgirî da Başûrê Kurdistanê.
Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê Gêlo Îsa û Mistefa Henîfî ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çarenûsa gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê yek e û divê mafên Kurdan li her derê bên parastin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin heke parçeyekî Kurdistanê rastî êrişan bê, parçeyên dîtir jî bi wê yekê re rû bi rû ne, dive herêma Başûrê Kurdistanê û bi temamî Kurd lêvegerekê ava bike ku pêşî li xetereyan bigire.
Daxuyanî bi sloganên “Bijî yekitiya gelê Kurd” û “Yek e yek e gelê Kurd yek e” bi dawî bû.







