Ji 1001 îmzevanan nexşerêyeke nû

  • 13:41 26 Mijdar 2026
  • Rojane
STENBOL - Îmzevanên 1001 îmzeyê ên ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê, bi daxuyaniyekê kampanyaya xwe ya bi dirûşma “Li 7 herêm û 7 avhewayan ji bo me hemûyan cîhaneke baştir gengaz e” aşkere kirin. 
 
Îmzevanên 1001 îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê li otela Hill Taksîmê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi beşdariya Dayikên Aştiyê, hunermend, akademîsyen û parêzerên mafan derbarê kampanyaya xwe ya bi dirûşma “Li 7 herêm û 7 avhewayan ji bo me hemûyan cîhaneke baştir gengaz e” daxuyanî dan. Îmzevan di 4 xalan de daxwaz û pêşniyarên xwe yên derbarê çarçoveya pêvajoya “Aştiyê û Civaka Demokratîk” de aşkere kir.
 
Kurdiya daxuyaniyê îmzevan Berîvan Karatorak û Tirkiya wê jî Kerem Firtina xwend.
 
Berîvan Karatorak diyar kir ku ew bi gotina “Çîrok ne ji bo veşartina rastiyê, ji bo ku rastiyê bi mirovahiyê bidin zanîn û wê ji nûve ava bikin, tên vegotin” û wiha got: “Li hemberî şer û pevçûn, cûdabûn û tarîtiya bêdengiyê, li aliyê Aştiya Civakî helwest wergirt. Ji ber ku li vî welatî erdnîgariya êşan û hêviyan hevpar e. Li cihê ku dad kêm dibe, nan biçûk dibe, cihê ku aşti bi derengî dikeve jî, siberoja hemû kesan tarî dibe. Ji bo me 7 Herêm tê wateya girtina hemû kesan a nava xwe, 7 Avhewa jî piranîparêzî, pirrengî û pirdengî ye. Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ereb, Ermen, Musilman, Nemusilman, Sûnî, Elewî û ji bo hemû ziman, nasname, bawerî û nifşên vê axa qedîm azadî, wekhevî û dewleta hiqûqê pêwistiyeke ku divê neyê paşvexistin e. Ji ber ku aştiya rastîn, ne lutufeke ku aliyek ji bo aliyê din nîşan bide, li cihê ku hemwelatîbûna wekhev pêkan e dest pê dike. Berpirsiyariya me ya kolektif jî ew e ku em demokrasiyê ji siya krîzan û aştiyê ji qada gotar û kaxezan derxînin, wan di navenda jiyana rojane de bi cih bikin. Li cihê ku tirs kesan û civakê bêdeng dike, demokrasî nikare bêhnê bistîne û li cihê ku wekhevî tune be jî tu welatiyek nikare xwe ewle hîs bike. Gotin, dema ku bi erdnîgariya xwe re dibe yek, watedar dibe; gotina ku li ser kaxezê dimîne kêm e û her wiha, her gotina ku tev li jiyanê dibe siberojê ava dike. Bi vê rastiyê, destpêkirina banga 1001 Îmzeyan, êdî wateya lîsteyeke îmzeyan derbas dike; ‘Bi gotina 7 Herêm û 7 Avhewa, em dibêjin ku ji bo me hemûyan welatekî baştir pêkan e’ û em vê feraseta jiyana wekhev emanetê hemû xwediyê kedê, kesên li her kuçeyan û hemû kesên li çar aliyê welat dikin. Ew çar xalên şênber daxwazên xwe mezin dikin û piştgiriya xwe didomînin.”
 
Daxwazên 1001 îmzeyê wiha ye:
 
* Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê berdewame de, di destpêkê de bêçekbûn, piştgiriyê didin ku hemû cûreyên tundiyê ji rojeva welat û civakê bên derxistin.
 
* Bi hişmendiya ku bingeha hemû pirsgirêkan meseleya Kurd e, em neheqiyên ku ji avabûna komarê heta niha hatine kirin û polîtîkayên înkarê yên dewletê şermezar dikin û piştgiriyê didin misogeriya zagonî ya hemwelatiya wekhev û Perwerdehiya Bi Zimanê Dayikê.
 
* Em piştgirî didin daxwaz û hewldanên rûniştandina li ser bingeheke azad, demokratîk, hiqûqî û bicihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Komara Tirkiyeyê.
 
* Em piştgirî didin avakirina derfetên hevdîtin û muzakereyên ji bo aktorên çareserkirina pirsgirêka ku temenê wê bi qasî Komara Tirkiyeyê ye û bi avabûna Komara Tirkiyeyê re dest pê kiriye di nava hewldanê de ne û di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan, daxwazên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ketina meriyetê ya rêgeza sûd wergirtina ji Mafê Hêviyê.”
 
Îmzevan û Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat jî diyar kir ku ji bo mirov ji mijara Kurd bizanê divê ne sosyolog an jî akademîsyen be û wiha got: “Bi sed salan e gelê Kurd dibêje zimanê min û nasnameya min heye. Ez xwediyê vê erdnîgariyê me. Emperyalîst li vir zordarî me dikin, wan Kurdan kuştiye. Lê Kurd xilas nebûne, îro li çiyan, zindanan û her derê Kurd hene. Ji bo vê ya herî girîng aştî ye. Lê şert û mercên aştiyê jî heye. Me li ser çi şer kir, bi çi me hevdu kuşt? Divê ev were diyarkirin. Paşê jî aştiyekî bi hiqûqane werin sazkirin. Li Başûrê Kurdistanê desthilatdarekî heye û hikûmetî saz kirine. Bexdat îro dixwaze mafê wan destê wan derxê. Divê Kurd xwe ji însafa desthilatdarê Kurd re nehêle. Ji peymana Qesrî Şîrîn ve em di bin desthilatdarî û zordariya dewletan de ne. Ev îro heta komaran didome. Em dibêjin tu kes jiyana xwe ji dest nedê. Divê gelê Kurd dest bide destê hevdu.”
 
Di dawiyê de hate diyarkirin ku ji niha şûnde îmzayê ji raya giştî re hatiye vekirin û bang herkesî hate kirin ku îmza biavêjin.