'Biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin!'
- 13:52 26 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bertek nîşanî biryarên dawî yên li hember Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku biryar nayên qebûlkirin.
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk têkildarî biryarên Hikumeta Iraqê yên derbarê başûrê Kurdistanê de dane daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin.
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk tekoşîna gelê Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û wiha got: “Gelê me yê başûrê Kurdistanê bi dehan sal in bi berdêlên giran mafê xwe yê otonomiye bi dest xist. Gelê Kurd tenê li dijî rejima zordar a Baasê li ber xwe neda, herwiha di avakirina Iraqa nû de jî xwediyê roleke mezin e. Ji ber vê ye ku makezagona Iraqê jî ku di sala 2005an de hat pejirandin, otonomiya Kurd bi awayekî zelal qebûl dike.”
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk destnîşan kir ku ji bo parastina mafên Herêma Kurdistanê bar dikeve ser milê hemû aliyên Kurdan û wiha berdewam kir: “Her wiha li dijî êrişên li ser otonomiya Kurd, sekneke yekrêzî û yekhelwestî li ser hemû rêxistinên civakî ên sivîl û partiyên siyasî yên Kurd ferz dike. Lewra di dîroka Kurdistanê de her tim hatiyê tecrûbekirin ku neyarên gelê Kurd xwestin ku ji bêtifaqiya gelê Kurd sûd werbigirin da ku tu car mafên xwe yên rewa bi dest nexin. Ji ber vê, ji bo parastina maf û destkeftiyan divê demildest li Başûrê Kurdistanê di çarçoveyeke yekîtiya demokratîk de hikûmeteke hevpar û stratejîk were avakirin.”
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk biryarên ku hatine stendin şermezar kir û wiha bi dawî kir: “Em biryarên ku ji aliyê Hikûmeta Bexdayê hatine girtin bi awayekî dilgiranî dişopînin û şermezar dikin. Banga me li Bexdayê ye ku pirsigrekên aborî û siyasî bi rêya diyalog û muzakereyê bi rêveberiya Kurdistanê re niqaş bike. Lewra nasnekirina mafên makezagonî yên Kurdistana federal, di heman demê de lawazkirina demokrasî û aramiya tevahiya Iraqê ye.”







