Li Wêranşarê Pirtûkxaneya Nagîhan Akarsel hat vekirin

  • 13:43 26 Mijdar 2026
  • Rojane
RIHA - Şaredariya Wêranşarê Pirtûkxaneya Nagîhan Akarsel li Navenda Piştgiriya Jinan vekir. Hevşaredar Bedriye Yorgun di vekirinê de axivî û got, "Em hêvî dikin û dixwazin ku azadî ji vir biherike û bibe lehî."
 
Pirtûkxaneya Nagîhan Akarsel li Navenda Piştgiriya Jinan ji aliyê Şaredariya Weranşar a Rihayê ve hate vekirin. Wêneyên jin û zarokên ku hatine kuştin û her wiha wêneyekî Nagîhan Akarsel di holê de hatin danîn. Li holê ku bi kulîlkan hatibû xemilandin, pankartên bi Kurdî, Tirkî û Erebî yên bi nivîsên "Bi hêza cewherî û vîna azad vîna azad dema jinan e" û "Jin, jiyan, azadî" jî hatin daliqandin. Jinên ku beşdarî vekirinê bûn xwarinên ku li malê amade kiribûn anîn. Hevşaredara Weranşarê Bedriye Yorgun di vekirinê de, ku hejmareke mezin ji jinan beşdar bûn, axaftinek kir.
 
 
'Em hêvî dikin ku azadî biherike û bibe lehiyek'
 
Bedriye Yorgun di vekirina pirtûkxaneya bi navê Nagîhan Akarsel de axivî û got, "Nagihan, ku fêm dikir ku rêya azadiyê bi hebûnê dest pê dike, edîtor, lêkolîner û nivîskarek bû ku di warê jineolojiyê de dixebitî. Dema ku xebata xwe ya ji bo avakirina pirtûkxaneyek jinên Kurd dikir, ew bi guleyek ku li dîrok, bîr, aqil û îradeya jinan hate reşandin, hate kuştin. Em deyndarê Nagîhan û jinên ku bi bedelên giran jiyana xwe nirxên mirovan afirandin, parastin û zindî hiştine ne. Me pirtûkxaneya xwe bi navê Nagîhan Akarsel, bi navê jinek saf, dilnizm vekir. Em hêvî dikin û dixwazin ku azadî ji vir û pê ve biherike û bibe lehiyek."