Biryara beratê ya der barê gumanbar Mûsa Orhan de birin îstînafê
- 09:06 27 Mijdar 2026
- Hiqûq
Rozerîn Gultekîn
AMED - Parêzerên Îpek Er, li dijî biryara beratê ya ji sûcê ‘berê wê daye întîxarê’ ya der barê Mûsa Orhan de hatiye dayîn serî li îstînafê dan. Parêzeran diyar kirin ku vegotina tehdîdê ya di nameya Îpek Er de û îfadeyên şahidan di biryarê de nehatiye nirxandin.
Çawîşê pispor yê berê, gumanbar Mûsa Orhan ku destdirêjî li Îpek Er kir û piştre be rbi întîxarê ve bir, ji sûcê ‘ber bi întîxarê ve birin', dihat darizandin. Di rûniştina doza ku di 22’yê Cotmehê de li Yekemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Êlihê hat dîtin de heyeta dadgehê der barê gumanbar de biryara beratê da. Dadgehê tevî îfadeyên Îpek Er ên ji bijîşk û hemşîreyan re ragihandibû ya ‘Mûsa ez anîm vê rewşê’ û nameya wê, dadgehê biryara beratê da.
Parêzerên Îpek Er der barê biryarê de daxwaznameya îstînafê ji bo bişîne daîreya ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê, pêşkêşî Yekemîn Dadgeha Ceza ya Êlihê kir.
Biryara beratê bi dosyayê re dikeve nakokiyê
Parêzeran di serlêdanan îstînafê de diyar kirin ku bi qebûlkirina ‘îdiaya tehdîd an jî cebîrê tuneye’ re biryara beratê hatiye dayîn û ev bi naveroka dosyayê re dikeve nakokiyê. Parêzeran îrfadeyên dayika Îpek Er û şahidan ku ragihandin ku Mûsa Orhan, Îpek Er tehdîd kiriye ragîhandin. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku Îpek Er di nameya ku beriya hewldana întîxarê nivîsiye de jî diyar dike ku hatiye tehdîdkirin. Parêzeran destnîşan kirin ku ev îfade di biryarê de nehatine nirxandin.
‘Îfadeyên şahidan û testpît di biryara beratê de nehatine nirxandin’
Her wiha parêzeran di serlêdanê de wiha gotin: “Di dosyayeke ku vegotinên tehdîdê hene de, tunehesibandina îdiaya tehdîdê nikare bê qebûlkirin. Dadgehê bêyî ku der barê baweriya bi delîlên şênber û bandora li ser îradeya întîxarê binirxîne, gihiştiye encama beratê. Tespîtên di darizandina li Sêrtê hatine kirin de jî di biryara beratê de nehatine nirxnadin.”







