Li Amedê ji bo hewcedariyên jinan plansaziya wekheviyê
- 09:05 27 Mijdar 2026
- Jiyan
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya Bernameya Bajarên Dostên Jinan de amadekariyên Plana Çalakiya Wekeheviyê ya Herêmî didomîne û li ser pirsgirêkên jinan yên di veguhestin, îstîhdam, barê lênerîn û ewlehiya cemawerî disekine. Ji Kordînasyona Yekineya Wekheviyê Rojda Kizgin got plansa sê salan li gorî hewcedariyên jinan, bi tevlibûna civaka sivîl û gel amade dikin.
Di rojên borî de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi hevkariya Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê û di bin rêveberiya Fona Nifûsa Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), di çarçoveya Bernameya Dostên Bajarên Jinan de, Komxebata Amadekariya Plana Çalakiya Wekheviyê ya Herêmî pêk hat. Ji gelek aliyan kes tevli komxebatê bûn û gelek sernav hatin nîqaşkirin. Ji kordînasyona Yekineya Wekheviyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Rojda Kizgin der barê komxebat û projeyê de axivî.
Li Amedê ji bo polîtîkayên wekheviyê xebata hevpar
Rojda Kizgin da zanîn ku çarçoveya bernameya bajarê dostê jinan de Yekîneya Wekheviyê Avakirine û dest bi amadekariya Plana Çalakiya Wekheviyê ya Herêmî kirine û got: “Wek şaredarî di Gulana 2025’an de em tevli faza sêyemîna Bernameya Bajarên Dostên Jinan bûn. Me dest bi avakirina mekanîzmayên pêwist kir. Li ser vî esasî me yekîne amade kir. Me ji meclîsa şaredariyê derbas kir. Ji Hezîrana 2026’an hetaniha Yekîneya Wekheviyê xebatên xwe didomîne. Plana Çalakiya Wekheviya Herêmê jî di çarçoveya Bernameya Bajarên Dostên Jinan de ye.”
Tê hedefkirin ku plan meha Kanûnê pêşkêşî meclîsê bê kirin
Rozda Kizgin destnîşan kir ku di esasê encamên komxebatê de pêşnûme plan tê amadekirin piştî nixandinan wê di meha Kanûnê de wê pêşkêşî meclîsa şaredariyê bikin û wiha dirêjî dayê: “Em hewcedariyên jin û zarokên keç ji ser tecrubeyên wan fêm dikin û em girîngiyê didin vê. Pirsgirêkên tên jiyîn sîstematîkin û di çarekê de çareserkirina van ne pêkane. Tecrubeyên jinan wê rê bibin ber polîtîkayên herêmî. Me dît ku tecrubeya her jinê cudaye. Di hevdîtinan de me hewcedarî û pirsgirêkên jinan fêm kirin.”
Pirsgirêkên îstîhdam, ewlehî û veguhestinê
Rojda Kizgin anî ziman ku di hevdîtinên bi jinan re kirine de pirsgirêkên veguhestin, barê lênerînê, îstîhdam û ewlehiya cemawerî derketine pêş û ya herî derket pêş jî veguhestin bû. Rojda Kizgin wiha got: “Pêkanîna JINKART heye lê mixabin hewcedariya hemû jinan nayne cih.Dema pêş de em vê ji nû ve dinirxînin. Plana Çalakiya Wekheviyê ya Herêmî ya sê salan wê li gorî hewcedariyên xweser yên jinan bên amadekirin.”







