Tundiya rêxistinkirî ya kujerê civakî yê kastîk û cureyên wê
- 09:04 27 Mijdar 2026
- Jineolojî
"Heta ku hêza dayikê ya jinan a li ser civakê nehatiye şikandin, otorîteya xwe dispêre hêza hiyerarşî û şênber nehatiye qebûlkirin. Bêyî tundî şikandina çarçoveya ahlaqî ne pêkan bû. Jin û zarok wek hêza kar a giran a çandiniyê dîtin û kontrolkirina mirovan û çavkaniyan ancax bi tundiyê pêkan bûye."
Ruşen Samsat
Belkî jî pirsa herî girîng ev e;vê tundiyê heta îro xwe çawea ji nû ve, wekê rastî mutasyonê bê û heta niha zêde kiriye? Di dîrokê de tundî bi îstîkrar çawa belav bû? Ev tundiyek çawa ye ku li ser civakê hatiye meşandin û xwe daye der. Nêzîkatiyên modernît; di jiyana civaka neçîrê û avabûnên civakî tundî her tim wek îlkelbûnê nîşan dane. Heta gelek teoriyên tundiyê li ser van pêşbiniyan ava kirine. Em bala xwe bidinê di hemû teoriyên tundiyê de her tim mînakên dewletbûna ewil û têkiliya bi hiyerarşiyê re tê avakirin. Lê ev ne rast e. Daneyên arkeolojîk, çîroka cuda ya mirovahî û pêşketinê îfade dike. Rastiyeke sosyolojîk a ku bi paradîgma serdestiya mêr a heyî û pozîtîvîzmê nayê vegotin li pêş me ye.
Civakên berhevkar neçarvarn tevî ku dizanibûn sewal û xurekan kedî bikin, berxwedane ku nekevin jiyana xwecihî an jî ev tercîh nekirine dane. Di navbera jiyana xwecihî û çandiniyê de 4.000 sal heye. Ji wê demê heta niha 12.000 sal şûnde em dibînin ku kapîtalîzm gihiştiye asta herî jor.Li dijî sermayê em dibînin ku civak berê xwe didin herêman. Gelo ev civakek xwezayî ye an na, lêkolînkirina wê dikare encamên balkêş bide. Mînak piştî hilweşîna Împaratoriya Romayê bi lez xwecihbûn koperatîfên hevpar di navbera herêman de belav bûne.
Zêdebûna nifûs û têkçûna çavkaniyan jiyana xwecihî teşwîq kiriye. fikrek mîtolojiya olî û perestgehên mezin navend, komkirina berheman û bazirganî pêş xistine. Ev li gorî civakên berhevkar û neçîrvan organîzasyonên hîn mezintirin û pergaleke hiyerarşîk ferz dike. Çanda navenda wê jin ku berê xwe bi peykerên Venus nîşan didin, cihê xwe ji pergala perestgehan re hişt. Li Çayonu, Gobeklîtepe, Karahan Tepe û gelekên din avabûn dertên holê. Ji cihekî şûnde fallus bûye xewda. Hêza Fallus bûye sembola mal û milk û heta îro xwe domandiye. Êdî hebûneke mezin an jî xwedayê fallus yê mêr heye. Fîgureke mêr ê bi xof û sredestiya mêr heye. Avakirina perestgehên mezin di heman demê de rêxistibûnek mezin û hiyerarşîk ferz dike.
Di pirtûka Şefaqa Her Tiştî de hinek împaratorî mînak tên nîşandan. Hinek kalibên sosyolojîk bi lêkolînên civakên dema nêz û hinek rêbazên fenomoniyê dertên holê. Di pirtûka ‘Şefaqa Her Tiştî’ de wiha tê gotin: “ Wek Aztekan, împaratoriya Înka jî li her herêma nû hatiye bidestixin, Înka hema perestgehan ava dikin û koma ji kesên ne zewicandî pêk dihat li ‘bûkên rojê’ dida zorê: Jinên ji malbatê wan dihatin girtin wek kesên ezeb dihatin dilgirtin an jî li gorî xwe diyariyê Sapa Înca dihatin kirin. Di encamê de ev wek ‘jinên hatine desteserkirin’ dihatin binavkirin.” (David Graeber û David Wengrow, Şefaqa Her tiştî)
Heta ku hêza dayikê ya jinan a li ser civakê nehatiye şikandin, otorîteya xwe dispêre hêza hiyerarşî û şênber nehatiye qebûlkirin. Bêyî tundî şikandina çarçoveya ahlaqî ne pêkan bû. Jin û zarok wek hêza kar a giran a çandiniyê dîtin û kontrolkirina mirovan û çavkaniyan ancax bi tundiyê pêkan bûye.
Newekheviya di navbera mêr de giran dibe. Di vê mijarê de Abdullah Ocalan têkiliya pisgirêka dîrok û civakê dinirxîne û encamên tundiyê yên di rastiya civakê de, balê dikşîne ser sosyalojiya dîrokî û paradîgmayê. Abdullah Oalan tundiya serdestiya mêr ya ku wek kujerê kastîk pênase dike, çawa xwe di dîrokê de rêxistin kiriye û xweza civakê têk biriye wiha datîne holê: Pirsgirêka xweza duyemîn;Komên kujerên kastîk a serdestiya mêr êrîşê civaka li dora jinê ava bûye kirine. Ev parçarkirina dîrokê ye û bi vê re pirsgirêka mezin derketiye holê. Xweza duyemîn pirsgirêka mezin dijî. Du rê derdikevin holê. Ya yekemîn kujerê kastîk e civakek bi xof a elît kastîk ferz dike. riyek din li dijî dehbayên kastîk berxwe didin. Hîmê vê berxwedanê komun e. Di navbera berdewamiyên kujerên kastîk de her tim şerekî bi xof hatiye jiyîn. Divê dîrok ji nû ve bê nivîsin. Daneyên arkeolojîk yên Gobeklîtepe van pirsan ji her kesî dipirse. Gobeklîtepe çanda perestgeheke ku civaka kastîk pêk aniye. Ev ji vê re dibêjim ‘Kujerên kastîk m civakî’. Ev kujerê kastîk jin, zarok û her kesî dike pergala koletiyê. Tarîtiyeke koletiyê ya zimanê wê tune ye. Civak di tarîtiyê de hiştine û perestgeh bilind kirine. Ev şaristaniyek mezin e. Navbera Beriya Zayînê bi15 hezar û 8 hezarî ye. Yanî çandeke herî kêm 5-6 hezare.” (Abdullah Ocalan Manîfestoya Civaka Demokratîk)
Ev nirxandinên Abdullah Ocalan nerîneke sosyolojîk û dîrokî ya nû û cuda pêşkêş dike. Ev xebateke sosyolojîk a berfireh pêwist dike. Abdullah Ocalan têkiliya di navber kast û çînî de wiha pênase dike: “Kast xwe dispêre rêbazên hişk, ne nerm, xwe dispêre hêza xweda, bi tundî û zorê dertê holê, xwe dispêre têkiliyeke hiyerarşiya hişk. Çîna ji avabûna kastîk vedije jî nerm, avabûneke norm qezenc kiriye.”
Abdullah Ocalan behsa sê teşeyên teror û tundiyê ku kujerê kastîk diafirîne dike:Terora kastîk; komunalbûna klanan belav dike, ji bo berjewendiyên xwe terorê bi awayekî herî tund pêk tîne. Bi zorê jiyana xwecihbûnê pêk tîne. Di wan perestgehan de mirovan bi zor didin xebitandin. Dema hewce bike mirovan dikin qurban. Ya duyemîn; Beriya Zayînê ji salên 3000’î şûnde terora arîstokratîk ya derketiye lutkeyan e. Ewil li hember gundiyan piştre li hemû cîhanê bi saya vê terorê serdestî hatiye avakirin. Ya sêyemîn; Ew zîhniyeta bingehîn û çînên bajarî an jî burjuvazî pişta xwe pê girê dan, di cewherê xwe de têgehî bû; ev serdemek bû ku tê de tevahiya civakê dikeve bin lepên zext û zordariyeke bêeman û li dijî mirovahî, xwezayê û zindiyên din, bi awayekî herî berfireh û sofîstîke teror tê bikaranîn.(Abdullah Ocalan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk?
Abdullah Ocalan her wiha vedibêje: Mêrê di kuluba neçîrê de bi kuştina sewalan xwe dike kujer. Li klanên dora jinan zextan dike, talan dike, heta neçîra mirovan dike û debara xwe dike. Jinan wek alava zayendê bikar tîne û zarokan jî ji bo mezinkirina civaka xwe dike kole. Êdî hewce bi kuştinê tuneye, van bi kar tînin û ev ji bo wan baştir e. Ji ber ev kesên baş yên avakar, berhevkar, çêkerên perestgehan û çandiniyê ne. Çawa ku li şûna qetiklirina sewalan ji goşt û şîrê wan fêde girtin, jin û zarok jî xistin bin kontrola xwe û kirin kole. (Abdullah Ocalan Manîfestoya Civaka Demokratîk)
Joel Kovel wiha dibêje: “Dîrok tijî qelş û dabeşbûn e, hem di navbera mirovan de û hem jî di nava kesên takekesî de. Me berê behsa dabeşbûna di navbera jin û mêran de kiribû; lê belê, her qelşeke bingehîn xwe di nav kategoriyên wekî çîn, nijad an neteweyê de nîşan dide, an jî ji aliyê subjektîf ve, wekî şêwazeke taybet a têkiliyê bi "Yê Din" re derdikeve pêş.” (Joel Kovel, Tîn û Dîrok) Lewra, dikare were gotin ku şikestina bingehîn di nava tundiya mêr, li dijî jinan û serdestiya wîan a li ser wan de derdikeve holê û ev şikestin piştre li ser hemû pêkhate û nasnameyên din ên civakî jî tê pêkanîn.
Ev nivîs ji hejmara 38’an a mijara dosya ‘tundî û berxwedan’ a Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.







