Jinên Licê: Em ê teslîmê tiryak û fuhuşê nebin

  • 09:06 20 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - Jinên li navçeya Licê ya Amedê dijîn diyar kirin ku tiryak û fuhuşa ku ciwanên Kurd hedef digire, parçeyek polîtîkaya şerê taybet e û li dijî êrîşan banga têkoşîna rêxistinkirî kirin.
 
Di rojên borî de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad(TJA) li navçeya Licê ya Amedê bi dirûşmeya ‘Em li dijî tiryak, fuhuş û polîtîkayên şerê taybet dimeşin’ meş pêk anîn. Girseya li ber Fabrîqeya Halîs Toprak hatin gel hev ber bi navenda bajar ve meşiyan. Gelek sazî, rêxistin û kes tevli meşê bûn. Di meşê de jinan balkişandin ser rêxistinbûna li dijî polîtîkayên şer.
 
Gelê Licê ku li dijî êrîşan dest bi xebatan kirin, peyama mezinkirina têkoşînê dan.
 
‘Em vê zilmê şermezar dikin’
 
Nazîme Boltan wiha got: “Dewlet bi zanebûn polîtîkayên qirêj ji ser zarokên me dide meşandin. Dewlet bi van polîtîkayan zilmê li zarokên Kurd dike. Pêvajoyek tê meşandin lê ev polîtîka pêvajoyê şûnde dixînin. Kurd berpirsyariya xwe tînin cih lê dewleta Tirk nayne cih. Em vê zilmê şermezar dikin.”
 
‘Bila nekevin kemîna dewletê’
 
Guler Sevîltek daxuyakirin ku li Licê bi destê dewletê polîtîkayên qirêj tên meşandin û wiha domand: “Dewlet dixwaze îradeya me bişkîne. Bila gelê Licê di hişmendiya vê de bin, nekevin kemîna dewletê. Ez bang li ciwanên Licê dikim. Nekevin kemîna dewletê.”
 
Nedret Yildiz jî ev tişt anî ziman: “Em ê wek jin li dijî tiryak û fuhuşê têbikoşin. Li ber dibistanan tiryak tê firotin. Wijdanê wan çawa dihêle ku zarokên me jehrî dikin. Divê li her derê li dijî vê têkoşîn bê dayîn. Divê dewlet li dijî vê gumanbaran ceza bike.”
 
‘Em ê têbikoşin’
 
Emîne Al destnîşan kir ku li Licê ciwan bi zanebûn hedef tên girtin û wiha daxuyand: “Dixwazin gelê Kurd, ciwanan bê nasname bihêlin. Em Licê ya berê dixwazin. Divê em bi hev re têbikoşin. Êdî bes e.”
 
Jina ku nexwest navê xwe bide bi lêv kir ku sedema zêdebûna fuhuş û tiryakê polîtîka dewletê ye û got: “Dibêjin pêvajoya aştiyê heye. Madem wisa çima van polîtîkayên qirêj dimeşînin. Em ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin.”