Di meha Mijdarê de 23 jin hatin kuştin
- 09:07 8 Kanûn 2025
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê 23 jin û 3 zarok hatin kuştin û 8 jin û 3 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Polîtîkayên bêcezahiştinê, gotinên îktîdarê û pergala serdest a mêr her roja ku derbas dibe, dibe sedema qetilkirina jin û zarokan. Her wiha kuştin, destdirêjî û tundî bi rêbaza darazê tên veşartin. Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me di meha Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin kuştin. Bêtir ji hêla naskiriyên xwe ve tên qetilkirin. Her wiha 8 jin û 3 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Dane nîşan didin ku piraniya jinan ji aliyê naskiriyên xwe yên nêz ve hatine qetilkirin. 8 ji aliyê hevjînên xwe ve, 2 ji aliyê hevjînên xwe yên jihevberdane, 1 ji aliyê mêrê ku serdema jihevberdanê ve, 2 ji aliyê mêrên ku jihevberdane, 1 ji aliyê mêrê ku bi hev re dijî ve, 3 ji aliyê naskîrî\ hevalê xwe ve, 1 ji aliyê cînarê xwe ve, 1 ji aliyê bavê xwe ve, 1 ji aliyê kurê xwe ve, 1 jî ji aliyê zavayê xwe ve û kujerê jinek jî nehat zanîn.
Li Stenbolê 4, li Bursayê 2, li Erziromê 1, li Aksarayê 1, li Kirklareliyê 1, li Edîrne 1, Li Îzmîrê 2, li Amedê 1, li Qersê 1, li Kayseriyê 3, li Antalyayê 1, li Dîlok’ta 1, li Enqerê 1, li Bîlecikê 1, li Mêrsînê 1 û li Xarpetê ji jinek hat kuştin.







