Di xeta sêyemîn de siyaseta demokratîk (1)

  • 09:03 19 Kanûn 2025
  • Jineolojî
 
"Çalakiyên polîtîk yên wek damareke berxwedanê ên dîtir hene. Seranserê dîrokê gelan ji bo azadiya xwe li ber xwe dane. Di encama hemû pêvajoyan de bêguman pênasekirinên azadixwaz yên di felsefe û zanista siyasetê de derketine holê."  
 
Ayşegul Ayaz 
 
Dema em bi çavê jinê li dîrokê dinêrin bêguman yek ji mijara herî zêde em zehmetiyê dikşînin, ya heqîqî, zelal û esas dîtin û paqijkirina cîhana zîhnê mirov e. Ji ber desthilatdarî alaveke wisa ye; ya herî pîroz lanet dike, ya bedew nexweşik dike, ya derew wek hqîqeta herî mezin nîşan dide. Em di xeta sêyemîn de siyaseta demokratîk nîqaş dikin û qadên têkoşînê dihûnin lê desthilatdarî pevçûnê di vir de ji nû ve zindî dike. Ji ber vê jî polîtîka û siyaset seranserê dîrokê ji xwe dur ketiye.  
 
Di esasa hebûnê de nakokî hene. Nakokî esasa destdana pêvajoya hebûnê ye. Dema em hebûna civakî digirin dest; Pêşketin, mezinbûn, xweşikbûna ahlaq seranserê dîrokê bi çareseriyên rast yên nakokiyan pêkan e. Civakan bi hezaran salan polîtîka kirine û ahlaq parastine. Ji bo xwe ya herî baş diyar kirine û di berpirsyariya hevpar de ji bo ya rast her tişt kirinr. Di esasa nîqaşa hevpar de hewcedarî derketine holê û çareserî bi hev re afirandine, biryar girtine. Bi pêşengiya jinê di pêvajoya avakirina civakî de belkî navek li ahlaq û polîtîkayê nehatiye kirin. Lê civak li ser van nirxan ava kiriye;heta îro jî rihê xwe daye nirxên komunal demokratîk û her deman ew parastiye. 
 
Pênaseyên der barê têgeha polîtîka\siyasetê de 
 
“Wek têgeh em kokên ewil yên gotina polîtîkayê dema civaka Yewnan de dibînin. Polîtîka ji gotina Polîs ku tê wateya dewlet bajar, afiriye, her tiştê rêveberiya bajar de pêwîst îfade dike. Siyaset jî ku tê heman wateyê bi Erebî ji koka sws an jî sasa afiriye. Gotina siyastê piştre di wateya rêveberiya bajar û mriovan de hatiye bikaranîn û hunera rêveberiya mirovan îfade kiriye.”(Mustafa Altunoglu zansita siyasetê) 
 
Koka ku têgeh xwe dispêrênê jî îro di alî fêmkirina xandîkapan û ferasta siyasetê û ji siyasetê durketinê de jî dibe alîkar. Yek ji van têgehan tenê ‘polîs’ eleqeder dike. Ev têgeha polîs jî ji bilî jin, kole û kesên li bejahiyan dijîn, ji ser cihên ku ‘mêrên azad’ lê dijîn watedar dibe. Polîtîkaya ku bi hevkarî meşandina karên civakî îfade dike, êdî veguheriye ku komeke mêr biryara jiyana civakê didin, kî çi dixwe, bi kê re dijî, didê ye. Çawa ku îro biryara ku jin çend zarokan divê çê bikin tê dayîn, wê demê jî wisa bû. Em zîhniyeta mêr ya ku xwe serdest dibîne, civakê bindest, kontroldike dibînin. Gelo hişê civakê tuneye ku xwe bi rêve bibe; çima hewce dibîne ku kesek li ser wan wan terbiye bike, (Civak wek jinan hez dikin ku bên terbiyekirin…)Bêguman ev pênasekirin ji cudahiyên ez û yên din diqewimin. Siyaset ji bo kesên berhemên vê zîhniyetê ne, dibe alva zextê, terbiyekirinê, sînorkirinê û manîpulasyona giran. Ji ber armanc mafê dsthilatdariya pîroz a serdest bê parastinê ye. Ji ber vê jî her rê ji bo wan rewa ye. 
 
Machîavellî diyar dike ku divê siyaset ji rêbazên ahlaqî serbixwe be,diyar dike ku ji bo desthiladarî bê destxistin serî esas tê girtin. Divê ev wisa hêsan neyê dîtin; yanî di roja me ya îro de ya rih dide siyasetê, di vê nêrînê de radizê.  Em di vir de tenê li bîlançoya trajediyên li welatan ji bo desthilatdariya xwe diparêzin şer dikin binêrin. Ev tiştên tên jiyîn encama siyaseta tê meşandin ya rast encama ferasta siyaseta serdest e. 
 
Bêguman dîroka me roja me ji vê tarîtiyê ne pêkan e. Çalakiyên polîtîk yên wek damareke berxwedanê ên dîtir hene. Seranserê dîrokê gelan ji bo azadiya xwe li ber xwe dane. Di encama hemû pêvajoyan de bêguman pênasekirinên azadixwaz yên di felsefe û zanista siyasetê de derketine holê.  
 
Nîşe. Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘siyaset ji desthilatdariyê paqijkirin’ wê bê weşandin. 
 
Ev nivîs ji hejmara 34’emîn a mijara dosya ‘xeta sêyemîn’ a kovara jîneolojiyê hatiye girtin.