Di şer de jî di aştiyê de jî ziman alîgir e

  • 09:02 11 Gulan 2025
  • Medya Kritîk
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Kongreya 12'emîn a PKK'ê di çapemeniya neteweyî û navneteweyî de bi gotara "biryarên dîrokî" hat ragihandin, lê bi zimanê nûçeyên hatin serwîskirin banga aştiyê ji nedîtî ve hat; Medyayê di bin navê bêalîbûnê de çarçoveya pevçûnê ji nû ve hilberand.
 
Di pêvajoyên siyasî yên nakokî de, medya ne tenê temaşevanek bêalî ye ku tiştên diqewimin radigihîne; Ew kiryarek çalak e ku bi nûçryên xwe bandorê li pêvajoyê dike, partiyan rewa dike yan jî krîmînalîze dike û têgihîştina civakî ber bi aşitiyê an jî nakokiyê ve dibe. Ji ber vê sedemê, tişta ku em jê re dibêjin “zimanê nûçeyan” ne veguheztinek teknîkî ye, bijarteyek îdeolojîk e. Zimanê ku tê bikaranîn, bi taybetî di kêliyên ku îmkana aştiyê derdikeve pêş, ne tenê rengekî îfadekirinê ye; Destwerdaneke ku yan rê li ber çareseriyê vedike yan jî nakokiyan kûr dike.
 
Zimanê ku di pêvajoyên weke 12'emîn Kongreya PKK'ê de ji aliyê çapemeniyê ve hatiye hilbijartin ne tenê rastiyê nîşan dide; Her wiha biryar dide ku kîjan heqîqet wê eşkere bibe û kîjan bê paşguhkirin. Hûn ê bibêjin "biryara dîrokî" an "rêxistinê daxuyanî da"? Ma hûn ê bibêjin "banga aştiyê" an "tehdîda terorê"? Ev hilbijartin ne tenê gotin in, di heman demê de helwest in. Her sernivîsek, her hevok ji raya giştî re ne tenê çi qewimî, di heman demê de divê ew çi bifikire jî ye.
 
Ji ber vê jî em di nokteyeke ku divê bepirsyariya etîk bê cih de ne. Nûçegîhanînî tenê ne ragîhandina bûyeran e, di heman demê de pratîka ‘avakirina aştiyê ye’. Ev jî ji ziman dest pê dike.
 
Çarçoveya kongreyê û piştperdeya siyasî
 
Ji aliyê PKK’ê ve hat ragîhandin ku 12’emîn Kongre di 5-7’ê Gulanê de pêk hatiye. Ev wek pêşketineke nû ya ji bo çareseriyê hat nirxandin.  Kongreya piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Abdullah Ocalan kom bû bi qasî biryarên hatiye girtin, ev biryar çawa ji rayagiştî re hatin ragîhandin jî girînge.
 
Bêguman bandora polîtîk a pêşketinek, ne tenê  çi ye, çawa tê vegotinê ye jî. Di vî alî de çapemenî ne tenê alaveke, heman demê de hêzeke ku alî jî diyar dike ye.
 
Çavdêriyên çapemeniya navneteweyî
 
Nûçeyên der barê kongreyê de ji çapemeniya navneteweyî hatin. Ji alîgirtinê xwe durxistin lê zimanê tercîhkirin û nokteya li ser sekinin çarçoveyek siyasî bû.  Pozîsyonek ne zelal esas girtin.
 
Reutesê bi sernavê ‘biryarên dîrokî’ rêxistin di kategoriya krîmînal de pênase kir û nezelaliya wan ya der barê naverokê de derket pêş.
Associated Press (AP): Bi sernavê ‘PKK’ê biryar girt belavbûn ne diyre’ derxist pêş û der barê biryaran de nezelalî derxist pêş.
The Washington Post: Bi sernavê ‘Ji koma mîlîtan a Kurd PKK’ê daxuyaniya PKK’ê, fehskirin nehat piştrastkirin’ pêşketin ragîhand.
Al-Monitor: Bi sernavê ‘PKK’ê wek bersiva bangê kongre pêk anî’ û pêvajo bi hewldanên aştiyê re têkildar kir.
Euronews: Bi sernavê ‘PKK’ê biryarên xwe aşkera kir, der barê belavbûnê de bêdengî’ nûçe weşand.
 
Di sernavan de piranî di çarçoveya ‘hêviya bi temkîn’ de nêz bûn.
 
Çapemeniya Tirkiyeyê:Ji bêdengiyê ber bi tehdîdê
 
Çapemeniya alîgir piranî zimanekî bê şîrove bi kar anî. NTV bi sernavê ‘PKK’ê kongre kom kir’ bi gotinek notr da û naverok nehat vekirin. Haber Turkê sernavê ‘PKK’ê biryarên dîrok girt’ tercîh kir  lê daxuyanî nehat vekirin. CNN Turk sernavê ‘KCK: Ji bo berdana çekan em li gavên dewletê dinêrin’ bi kar anî,  A Haber cih neda kongreyê û sernavê ‘têkoşîna bi terorê re’ bi kar anî. AA pêşketin tenê ji ser daxuyaniya dewletê bi sînor kir.
 
Zimanekî rexnekirî hat bikaranîn
 
Çapemeniya muxalîf jî kongre bi pêvajoya aştiyê têkildar kir û bi zimanekî rexnekirî pêşkêş kir. Cumhuriyetê sernavê ‘pêvajoya Îmraliyê de bal li ser kongreya PKK’ê ye’ bi kar anî û Bîrgunê jî sernavê ‘Siyaseta biloka AKP û MHP’ê têk çû  bi kar anîn.
 
Zimanê çapemeniyê ne vegotineke ku agahiyan pêşkêş dike ye, di heman demê de alavek îdeolojîk ya divê mijar çawa bê destgirtin e. Di piraniya nûçeyan de îfadeya ‘biryarên dîrokî hatin girtin’ hat dubarekirin. Lê  biryarên hatine girtin, çi ne, beramberê wê çi ye bersiv daye kîjan hewcedariyên civakî nehatin nîqaşkirin.  Kongre hat krîmînalîzekirin ya jî bi gotinên ne zelal hat bêbandorkirin.