Mirov sosyalîst nayên dinê, mirov dibin sosyalîst (4)

  • 09:04 7 Mijdar 2025
  • Jineolojî
 
"Rêxistibûna jinan, yek ji esasa stratejiya Partiya Komunîst a Çînê bû. Dema ‘Şoreşa Çandî’ jî ne tenê paqijiyek îdeolojîk di heman demê de cihgirtina jinan a di her qadê de bûye polîtîka dewletê. Jin wek ‘jinên hesinî’ hatine binavkirin; li fabrîqe, erdan, kişlayan wek hîmê têkoşîna şoreş û hilberînê hatine qebûlkirin."
 
Fatma Koçak
 
Di navîna sedsala 20’an de li erdnîgariyên cuda bayê şoreşê hatin. Şoreşa Çînê, li gorî xwe xweserbûnên wê hebin jî  yek ji pratîka sosyalîst a ku kodên baviksalar bi giranî dihewand, dikare bê nirxandin. Di navbera salên 1946-49’an de li Çînê şerekî navxweyî yê xwedî karekterê şoreşger pêş ket. Jinan li vir di mijarên wek siyast, rêveberî û her wekê din de pêşketinek jiyan. Di salên 1950’yî de jinan êdî di wezaretan de  cih girtin. Di vê pêvajoyê de federasyona jinan hatiye avakirin û ji bo perwerdehiya jinan burs hatine dayîn. Ji ber rastiya civaka ku hişmendiyek giran a kevneşopiya feodal serdest bû, bi taybet di nokteya tenduristiyê de perwerde derxistin pêş. Kurtaj, nexweşiyên jinan û her wekê din di civakê de tevî hemû kevneşopiyên paşverû bi ser ketin. Qadên herî xurt yên ku jinan temsîl dikirin, perwerde, tenduristî û karên belavkariyê bûn.
 
Di dema  lîderê soyalîst yê şoreşa Çînê Mao Zedung de, di serî de ji bo jinên di hilberîna çandî de cih digirtin sererastkirinên milk ku jinan dike xwedî ax, hatin derxistin. Kooperatîfên ku karê malê hêsan dikin hatin vekirin; lê ev giştî nebû û bi bandor nebûn. Di şoreşa çandî ya Çînê de di mijara azadiya jinê de herçend ku hinek gav bên avêtin jî di vê mijarê de çareseriyek mayînde pêk nehat. Lê di pirsgirêka jinan de redkirina kevneşopiyên mayînde pêşketinek girîng bû.  Sheîla Rowbotham di pirtûka xwe ya Jin Berxwedan û Şoreşê de dibêje: “Kolektîvîsta şoreşa çandî barê karê malê yê li ser jinan hêsan kiriye lê nedîtina kedê û bênirxkirina kedê berdewam kiriye. Polîtîkayên Mao, zîhniyeta patriyarkal bi giştî hilneweşandiye, tenê guherînên teşeyî pêk aniye.” (Shelia Rowbotham, Jin berxwedan û şoreş)
 
Li Çînê ku serdestiya mêr bi giranî hatiye jiyîn, Mao di alî mafê jinan û potansiyela berxwedana jinê ya tevlikirina şoreşê de bi baldarî tevgeriyaye û gotina wî ya ‘jin nîvê asîmanan dihewîne’  wek gotineke girîng a motîvasyona jinan a di şoreşê diyar kiiriye, derbasî dîrokê bûye. Mao fêm kiriye ku di têkşîna emperyalîzm û feodalîzmê de cihgirtina jinan ferze û di pêvajoya ‘meşa dirêj’ de  jin teşwîq  kirine ku di qada leşkerî, civakî de di eniya pêş de cih bigirin. Rêxistibûna jinan, yek ji esasa stratejiya Partiya Komunîst a Çînê bû. Dema ‘Şoreşa Çandî’ jî ne tenê paqijiyek îdeolojîk di heman demê de cih girtina jinan a di her qadê de bûye polîtîka dewletê. Jin wek ‘jinên hesinî’ hatine binavkirin; li fabrîqe, erdan, kişlayan wek hîmê têkoşîna şoreş û hilberînê hatine qebûlkirin.
 
Lê têkiliya Mao a bi jinan re ji nîqaşê re vekiriye. Kodên çînî û çandî yên Mao, ji veguhertineke şoreşî wêdetir, di terza gundî-feoldal de ye. Mao di pêvajoya pêkanîna şoreşê de sê caran zewiciye, gelek caran ji bo  xurtkirina cihê xwe  wek alav, di jiyana taybet de jin wek alav dîtiye. Der barê vê de belgeyên hatine îdiakirin hene...(Burcu Ozdemir, Di yekitiya Soveyetan de Tevgera jinan a Komunîst). Vê rewşê pirsên rexneyî aniye rojevê.  Yang Kaîhuî ku di 1920’an de bi  Mao re zewicî yek ji mîlîtana çalak a Partiya Komunîst a Çînê bû. Sê zarokên wan çêbûn. Ji aliyê hêzên Kuamîntang ve di 1930’an de bi îşkenceyê hat qetilkirin. Şahidan diyar kirin ku ji bo cihê Mao bêje îşkence lê kirine lê wê li dijî vê îşkenceyê heta dawî bêdengiya xwe parastiye. He Zîzhen dema bi Mao re zewicî, yek ji mîlîtana pêşeng a Partiya Komunîst a Çînê bû.  Di dema Meşa Dirêj de He 7 mehî ducanî bû û bi Mao re derket rê. Heta dawiya meşê bi hev re çûn. Tê gotin ku eleqeya ku He dîtiye ji ya Mao zêdetir bûye.  He ku di şerê gerîla de wek sabotajvaneke baş dihat zanîn, dema nexweş dikeve dişînin Yekitiya Sovyetan.  Dermankirina He li Sovyetan didome û Mao bi Jîang Qîng re dizewice.
 
Jîang Qîng detpêkê girêdayê îdeolojiya şoreşê ya Mao be jî piştre di têkoşîna siyasî de roleke serbixwe digire. Zewaca wê ya bi Mao re, mînakek girîng ya Mao di mijara mafê jinan de pratîkek çawa nîşan dide ye. Mao dem bi dem li hember wê rola mêr a feodal esas digire. Jîang Qîng we yek ji ‘çeteyên çaran’ hat darizandin û mahkumê darvekirinê kirin. Jîang di 1991’ê de di zindanê de biguman jiyana xwe ji dest da. Jîang di nameya ku ji keça we re şand de Mao wiha vedigot: “Bavê te ez li dijî hevalan hişyar kiribûm. Lê ji bo parastina min tu tiştek nekir. Zalim bû. Dema min ev digot rûyê wî bi nefretê biriqî bû. Li dijî jiyana min çavnebarî dikir. Wek cariyeyên împaratorên berê dixwest ez jî bi wî re bêm definkirin. Bila kes der barê bavê te de baş nefikire. Ew kesekî kurnaz bû, tam 30 salên min girt. Ji derewan listikan dur neket. Her roj ev tişt dikirin. Ew xwedayekî dijiya bû.” (Anchee Min, Madam Mao)
 
Di roja îro de di mijara azadiya jinê de pirsgirêkên tên jiyîn de modela mêr a ku Mao ava kiriye gelek bi bandore.  Rastiya mêrê feodal ku xwe dike rola rizgarkirina jinê, gotina azadiya jinê zêde dibîne; dixwaze bikeve bin kontrola mêr-xweda û gavekê pêşde neke.Di roja îro de Federasyona Jinan a rêxistinkirî ya li Çînê, li dijî pêkanînên serdestiya mêr ku zarokên keç di zikê dayikê de dikujin bêdeng dimînin.
 
Abdullah Ocalan di 1997’an de li Şamê di roportejek xwe ya dabû rojnamegeran de di vê mijarê de ev tespît kiribûn:
“Ez kesayteên lîderên sosyalîst yên paşerojê lêpirsîn dikim. Ya ku kesayeta wan bi rêve dibe çanda feodal-burjuva û kapîtalîst e.  Belkî jî wek monark… Lenîn jî di nav de. Stalîn pir aşkera ye. Lîderekî sosyalîst yê wisa bifikirin ku mirov ligel wan dilerizîn, hevjîna wî întîxar dike. Ev nîşan nade ku ew çi ye çawa ye? Ev kesên lîder ji ber ji civakê re nebûn model, modela civaka dihat avakirin xwe re pêk neanîn partiyên wan ketin vê rewşê. Bi rêxistibûna siyasî ya giştî partî biser nakeve.  Heta pir bi xetere. Hêzek mezin dike navendî. Ez vê di terza Stalîn an jî Gorbaçov de dibînim. Her du jî bi gumanin.”  (Roportaja Abdullah Ocalan ya di 1997’an de bi rojnamegeran re kiriye)
 
Nîşe: Beşa pêncan hefteya pêş wê bê weşandin.