'Darizandin li dijî rûhê pêvajoyê ne'
- 09:03 26 Cotmeh 2025
- Hiqûq
Evîn Çîftçî
RIHA- Şehrîban Demîel a OHD’î da zanîn ku piştî pêvajoya aştî û civaka demokratîk, welatî nikarin mafên xwe yên sereke bikar bînin û got: “Ji ber ku dewletê gavek şênber û samîmî navêtiye, mirov di vê pêvajoyê de ditirsin ku aştiyê bînin ziman.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û kêm maye ku bang sala xwe tije bike. Lê lêpirsînên ‘endamtiya rêxistinê’ yên der barê welatiyan de, serdegirtina malan didomin. Yek ji van kesên ku bi van zextan re hat rû hev hevala zarokatiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Elîf Kurucu ye. Elîf Kurucu li gundê Amara Ê Xelfetî ya Rihayê dijî. Elîf Kurucu mehek berê hat binçavkirin. Parêzera wê Ayşe Şehrîban Demîrel der barê dosya wê de ji ajansa me re axivî.
'Bi hincetên vala lêpirsîn hatiye vekirin'
Ayşe Şehrîban Kurucu diyar kir ku rewşeke ku dibe sedema sûc tune ye û tevî vê ji ber du wêneyan hatiye darizandin û got: “Lêpirsîna der barê Elîf Kurucu de didome. Ewil şevekê li Xelfetiyê di binçavan de dimîne. Piştre tînin Rihayê û me dosya wê li Rihayê şopand. Ewil biryara veşartiyê li ser dosyayê hebû û me agahî negirt. Di asta ewil a îfadeyê de em der barê dosyayê de bûn xwedî agahî. Elîf Kurucu di 3’ê îlona 2025’an de hatiye binçavkirin û wek tê zanîn pêvajoya aştî û civaka demokratîk didome. Du rojan di binçavan de ma. Piştre ji aliyê dozgerê Rihayê ve li emniyeta Rihayê îfadeya wê hat girtin. Du wêne nîşan danê. Yê yekemîn wêneyekî ji roportaja daye bû ya din jî wêneyekî di hevdîtinekê de bû. Bi van wêneyan bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" hat darizandin. Bi hincetên vala lêpirsîn vekirin. Em parêzer pêvajoyê dişopînin.”
‘Mixabin tacîzên darazê didomin’
Ayşe Şehrîban Demîrel bi lêv kir ku piştî PKK’ê xwe fesh kiriye, wek Elîf Kurucu der barê hezaran kesî de ji "endamtiya rêxistinê dosya hatiye vekirin û wiha domand: “Bi van pêkanînan sammiyeta dewletê jî hat lêpirsînkirin. Pêvajoyek aştiyê ya em hemû dibînin heye. bi bangê re PKK’ê gav avêt. Lê dewletê hîna gavek şênber navêtiye. Der barê Elîf Kurucu bi gelek kesî de heman doz û pêvajo didomin. Mixabin tacîzên darazê didomin. Ji ber dewlet gavên şênber navêje baweriya mirovan a bi pêvajoyê jî nema ye. Em parêzvanên mafên mirovan di pêvajoyê de dibînin ku mirov hîna bi tirs û fikarin. Ji ber ev tirs û fikar ji holê rabin divê ev pêkanîn ji holê rabin û dewlet gavê bavêje.”







