Foruma Avê ya Mezopotamyayê: Çareserî konfederalîzma demokratîk e

  • 13:22 17 Cotmeh 2025
  • Ekolojî
 
AMED – Hevseroka DBP'ê Çiğdem Kılıçgün Uçar di 2'yemîn Foruma Avê ya Mezopotamyayê de ku dê sê rojan bidome de,axivî û got, "Azadiya avê azadiya gelan e. Divê mirov ava xwe biparêzin. Çareserî Konfederalîzma demokratîk e."
 
2'yemîn Foruma Avê ya Mezopotamyayêku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ve hatî organîzekirin, li ÇandAmedê dest pê kir. Forum dê sê rojan bidome. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, ekolojîst û gelek kesên din beşdarî formê bûn. Pankartên bi nivîsên "Av jiyan e Mezopotamya dilê we ye", "Av jiyan e bê av jiyan na be", û "Mirovên ku avê azad dikin aştiyê diparêzin" li hola ku forum lê pêk tê hat hatin daliqandin.
 
Forûm di roja yekem de sê rûniştinan dê li dar bixe. Di rûniştina yekem de axaftinên vekirinê hatin kirin. Pêşî li ser navê komîteya amadekar Fatih Şahin, piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amed Dogan Hatun, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kılıçgun Uçar, Serokê TMMOB'ê Emin Koramaz, li ser navê Kampanyaya Rizgarkirina ji Çemê Dîcleyê Ismaeel Dawud û di dawiyê de li ser navê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) Derya Akyol axivîn.
 
'Azadiya avê azadiya gel e'
 
Hevseroka DBP'ê Çiğdem Kilıçgun Uçar diyar kir ku pergala kapîtalîst rojane îstismara avê zêde dike û banga parastina xwezayê kir. Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku divê li dijî kapîtaalîzmê derkevin  û got  "Divê em xwedî li xweza û çavkaniyên xwe yên avê derkevin. Eger em dest bidin hev û li ber xwe bidin, em di wê baweriyê de ne ku em ê karibin xweza û çavkaniyên xwe yên avê rizgar bikin."
 
Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol jî ragihand ku av ne tenê ji bo mirovahiyê ji bo tevahiya ekosîstemê jiyanî ye. Derya Akyol got, "Paşeroja mirovahiyê tenê bi ahengiya bi xwezayê û parastina çavkaniyên avê dibe."
 
Forûm li Navenda Kongreyê û Çandê ya Çand Amedê bi rûniştina duyemîn li çapemeniyê girtî dewam dike.