Heyeta Îmraliyê dê bi Partiya Pêşerojê re hevdîtin bike

  • 12:21 15 Kanûn 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê sibe dê bi Serokê Giştî Ahmet Davutoglu re hevdîtinê bike. Her wiha hevdîtina bi Ozgur Ozel re bihata kirin jî hat taloqkirin.
 
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a ku bi CHP'ê re pêk bihata hat taloqkirin û heyet dê sibê bi Partiya Pêşerojê re hevdîtin bike
 
Sibê bi Partiya Pêşerojê re hevdîtin
 
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê dê sibê bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu re li navenda giştî ya Partiya Pêşerojê re hevdîtin bike.
 
Hevdîtina bi Ozgur Ozel re hat taloqkirin
 
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol dê roja seşemî li navenda giştî ya CHP'ê bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtin bikira. Hevdîtin ji ber şeredara Şehzadeyan a Manîsayê Gulşah Durbay jiyana xwe ji dest da, ji rojên pêş re hat taloq kirin.