Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Merakeşê bi dawî bû
- 12:22 7 Kanûn 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - 22’yemîn Mihrîcana fîlman a navnetewî ya Merakeş, bi xelatdayîna derhênera Tûnisî- Fransî Arij El- Sahirî bi fîlmê ‘Dinyayek bê esîman’ bi dawî bû.
22’yemîn Mihrîcana fîlman a navnetewî ya Merakeş, bi dawî bû. Gelek jinên derhêner hêjayî xelatan hatin dîtin.
Derhênera Tûnisê Arij Es-Sehirî, bi fîlmê ‘Dinyayek bê esîman’ ku dest dide dinyaya hundirîn a koçberên ji herêma Sahra hatin, xelata ‘stêra zêr’ girt. Derhênera Lîbyayî Cîhan el-Keyhiyye bi fîlmê ‘Bavê min û Qadafî’ xelata xwe ya jûrî, bi derhênera Ukrayna Vladlena Sandu re parve kir. Sandu bi fîlmê ‘Bîr’ ku temayê şer, jicihêxwebûn, bêrîkirina war, layîqî vê xelatê hate dîtin.
Derhêner Arij Es-Sehirî ku xelata mezin girt bi axaftina xwe ya di NÛJINHA'yê de, diyar kir ku dema pirsgirêkên derbarê koçberan de girt dest, nexwest balê bikşîne ser tundî û nijadperestiyê, li cihê vê ji îfadeyên qalibgirtî ku temaşevan derbarê koçberan de fêrbûne dûr ketiye, hewl daye hêza karekter a di fîlmê de, azadî û teybatemendiyê kok daye derbixe pêş.
Derhênera Lîbyayî Cîhan el-Keyhiyye jî kêfxweşiya xwe girtina xelatê anî ziman û got: “Ez gelek kêfxweşim ku beşdarî vê mihrîcanê bûme. Çîroka derbarê malbata xwe de, bi taybet min xwest bîranîna bavê xwe Mansur el- Keyhiyye ya bi taybet ji bo heskirin û azadiyê têkoşîn kiriye bi temaşevanan re parve bikim.”
Fîlmê bi navê ‘Bavê min û Qadafî’ ji temaşevanan eleqeyek mezin girt. Çîroka di fîlm de, keça biçûk a derhêner ya Mansur El-Keyhiyye ku muxalîfê Lîbyayî yê derketî pêş, birîna ku bi salane li gel malbata xwe dihilgire zindî kir. Mansur El-Keyhiyye, ji otelek ya li Qahîre, hatibû revandin, aqubeta bi salan nehate zanîn. Piştî ku bûyerên bihara Ereban teqiya, piştî windabûna 12 salan zêdetir, cenazeyê wî di sarîncek a cotgehek a Lîbyayê de bi awayek veşartî derketibû holê.
Aktirîst Deborah Loup Nanay, bi rola xwe ya di fîlmê ‘Dinyayek bê esîman’ xelata lîstikvana herî baş a jin girt. Xelata lîstikvanê mêr ê herî baş lîstikvanê Nîjerya Sope Dirisuya bi performansa xwe ya di fîlmê bi navê ‘Siya bavê min’ girt.
Organîzatoran diyar kirin ku beşdariya îsal gelek baş bû, bi giştî 350 sînamegerên profesyonel di mihrîcanê de cih girtin. 28 projeyên ku di pêşengtiya sînemagerên nifşên nû yê Mexrîb, Ereb û Efrîqa hatî amadekirin hate pêşandan. 11 projeyan cih girt. Ev proje bi giştî nûnertiya 12 welatên cûda dike.







