Li Rojhilata Navîn der barê têkoşînên sosyalîst de

  • 09:03 13 Sibat 2026
  • Jineolojî
Li Rojhilata Navîn pêvajoya ku partiyên komunîst û sosyalîst radîkal û girseyî bûn pêvajoya di navbera 1945-1979’an de dihewîne. Di pêvajoya ku xizaniya civakî ya duyemîn şerê cîhanê afirand, têkoşînên rizgariya neteweyî yên li dijî emperyalîzm û dagirkirinê hatin meşandin yek ji dînamîka herî esas a sosyalîzm bilind kir bû.
 
Gelawej Şarbajar
 
Ji 1980’ê şûnde di partiyên komunîst û sosyalîst de şûnde ketinek hat jiyîn. Sedema herî mezin qelsbûna aborî û îdeolojîk a Yekitiya Sovyetan û her wiha bi polîtîkayên neolîberal fetisandina sosyalîzmê bû. Bi salên 90’î re hilweşîna sosyalîzma reel, bandora tevgerên îslamî siyasî ya li Rojhilata Navîn zêde kiriye. Polîtîkayên emperyalîst rêxistibûnên îslamî mezin kiriye. Ev stratejiya sedsala 20’î di sedsala 21’ê de bi tevgerên DAIŞ, El Nusra û HTŞ’ê hatiye kûrkirin.
 
Em li pratîka tevgerên sosyalîst a Rojhilata Navîn dinêrin em dibînin ku Kurd, Ereb, Tirk, Fars, Ermenî, Asurî-Suryanî û hemû nasnameyên etnîk tevli van rêxistinbûnan bûne. Ligel vê baweriyên wek Musliman, Yahudî, Xiristiyan, Êzidî û Kakaî jî di van rêxistinan de cih girtine. Lê partiyên sosyalîst ji ber nêzîkatiyên netewperest- dewlet- zayendperestiyê têkoşînek têr pêş nexistine.
 
Di piraniya van tevgeran de jin û mêran bi hev re têkoşîn meşandibin jî li dij zîhniyeta feodal hesabpirsînek pêş neketiye. Feraseta azadiya  burjuva esas hatiye girtin û vê jî têkoşîna rêxistibûnê asteng kiriye. Kadroyên rêxistinê pir caran tenê xwe dane ser hilberandina şîrove û analîzan, bersiva ji bo civakê sînor maye. Bi hilweşîna Yekitiya Sovyetan pratîka tahayula sosyalîst bi awayekî cidî şûnde ketiye.
 
Krîza dewletperestî û netewperestiyê
 
Nêrîna tevgerên sosyalîst li hember dewletan, bi nêrîna Marks a ‘dewlet gavek pêşketiye’ teşe bûye. Ji ber vê ye ku piraniya partiyên sosyalîst, di çareseriya dewletan de kêm mane, asta netew-dewletê wek nîşaneya pêşketinekê hatiye nirxandin. Mafê tayînkirina qederê ya gelan, tenê bi avakirina dewletan sînor maye û bi vî awayî jî gotina damezranê bi netew-dewletbûnê bûye yek. Nêzîkatiya marksîst ya ku dewlet erênî dikir, bi gotina enternasyonalîsbûnê re ketiye nakokiyê; banga ‘hemû karkerên cîhanê bibin yek’ hatiye kirin û dewlet wek hîma wekhevî û serbixwebûnê hatiye pêşkêşkirin. Vê nêrînê netewên bê dewlet biçûk xistiye û tune hesibandiye. Di partiya komunîst a Iraqê de tevî bi Kurdan re têkoşîn hatiye meşandin jî hebûna Kurdan piştî demekê tune hatiye hesibandin. Heman tişt li Îranê jî hatiye jiyîn.
 
Di feraseta dîroka materyalîst de ev pergal ji ya beriya wê pêşketî tê dîtin. Her dem dema beriya xwe tune dike û wek pêşketin digire dest. Bi vî awayî jî rêgeza berdewambûna dîrokê tê piştguhkirin; pêşketina civakî wek qanûnên Newtonî bi teşeyê xet û determînest tê pênasekirin.
 
Bihara Ereban di vî alî de mînakên balkêş pêşkêş dike. Di serhildanên di 2010’an de li Rojhilata Navîn pêş ketin de gelek desthilatdarî hatin hilweşandin, lê hikûmetên hatin şûna wan, ji yên berê xwe pergalên hîn paşverûtir ava kirin. Li Tunus, Lîbya û Misirê piştî tevgerên gel rêveberiyên hatin avakirin, ji daxwazên şoreşên gel dûr ketine. Beriya Bihara Ereban li Tunusê pirzewacî qedexe bû, lê piştî 2011’an bi polîtîkayên desthilatdariya Îhvan-i Muslîm pirzewacî bi qanûnan hatiye rewakirin. Li Lîbyayê di dema Kaddafî de her kes xwedî xanî bû lê îro bi hezaran kes ji mafê starbûnê bêpar hatine hiştin. Di 1979’an de li Îranê gelan şoreş pêk anî lê piştî Komara Îslamî ya Îranê hat rêveberiyek hîn paşverûtir hatiye avakirin.
 
Abdullah Ocalan di paradîgmaya xwe ya nû de wiha dibêje: “Pêşketina dîrokê Helezonîk e.” Abdullah Ocalan rola kirdebûna şoreşger derxistiye plana pêş û bi taybet jî têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê hatiye meşandin wek şoreşa jinê nirxandiye.
 
Nêrîna Oryantalîst
 
Yek ji pirsgirêka esas a tevgerên sosyalîst a Rojhilata Navîn, bi nêrîna oryantalîst nêzî rojhilat e. Teoriya sosyalîst navenda wê Rojava, hemû nirxên rastiyê bicûk xistiye; nirxên rojava bilind kiriye û wek pêşxistina projeyê bicih bûye. Ev têkiliyeke ku civaka herêmê qebûl nake ye.  Engels dibêje ‘civakên Rojhilata Navîn civakên bê dîrok in.’ Marks dagirkirina Hîndîstanê ya ji aliyê Îngîlîzan ve erênî dibîne û îdia dike ku Îngîlîstan şaristaniyek pêşketî ye. Lenîn di salên 1920’î de ji bo Kurdan bi awayekî balkêş dibêje:“Kurd gelekî şûnde  mayî ye, di bin kontrola Tirkan de mayîn wê wan pêş bixîne.”
 
Yek ji teza esas a sosyalîzma reel, ev e ku ji feodalîzmê derbasî kapîtalîzmê nebin nikarin derbasî sosyalîzmê bibin e. Ev nêrînek seqet e; ji ber ku Rojhilata Navîn erdnîgariyeke ku hemû destkeftiyên mirovahiyê û hilberînên fikr lê hatiye hilberandin e. Mîrateya çandî û zîhnî ya Mezopotamyayê, xwedî potansiyeleke mezin a şoreşê ji ser kokên xwe biafirîne ye. Sosyalîzma rast dikare li ser vê axê şîn bibe.
 
Valahiya di navbera teorî û pratîk de
 
Di partiyên sosyalîst ên Rojhilata Navîn de fêmkirina teorî û di mijara pêkanînê de kêmasiyên cidî hene. Pîvanên sosyalîst di civakê de dogmatîzm afirandiye; fikrên neşênber bi pratîkê nehatine avakirin, di alî fikr de di asta jor de maye. Teoriyan utopyayên mezin afirandiye lê hewldana pratîkirinê qels maye. Di encamê de di kesayetê de fikra sosyalîst şênber nebûye.
 
Dogmatîzm û krîza teşebûnê
 
Fikra sosyalîst a bi qalibên dogmatîk hat nirxandin, di pratîkê de parçebûn afirandiye. Bi bandora sosyalîzma reel a Sovyetan, fikrên bi teşe bûn û pêkanîna wan, li Rojhilata Navîn bi awayekî xweser pêk nehatiye û li şûna vê bi qalibên teşeyî hatine afirandin. Ji ber vê jî dînamîkên hundir yên xweser pêş neketine. Helwestên siyasî yên xwe spartiye dewletên hegemon, rêxistinên sosyalîst qels kiriye.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş wê bi sernavê ‘nêzîkatiya li hember pirsgirêka azadiya jinê’ bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosyaya ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.
 
Ya ji Soranî weger kiriye: Komuna wergerê