Ji bo ‘Rêgeha Bîrê’ bangawazî li hunermendan hat kirin

  • 11:50 13 Nîsan 2026
  • Çand û Huner
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebata “Rêgeha Bîrê” de ku armanc dike hafizeya civakî ya bajêr xuya bike, bangawazî li hunermendan kir.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo bîra civakî ya bajêr bide nîşandan, di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de dest bi xebata “Rêgeha Bîrê” kir. Bi vê xebatê tê xwestin ku di serî de êrişa 5’ê Hezîrana 2015’an û hemû bûyerên girîng ên di demên cuda de li bajêr qewimîne neyên jibîrkirin û bîra civakî zindî bimîne.
 
Di bangawaziyê de bal kişandin ku bajar ne tenê ji avahiyên fîzîkî pêk tên; jiyîn, serpêhatî û şahidî jî beşeke sereke ya bajêr in. Di vê çarçoveyê de, tê armanckirin ku projeyên ku rûbirûbûna bi raboriyê re vediguherînin ezmûneke estetîk û mekanî, derbasî qadên giştî bibin.
 
‘Em dixwazin rûbirûbûna bi raboriyê re bikin ezmûneke estetîk’
 
Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku Rêgeha Bîrê dê têkiliya bajêr a bi raboriyê re xurt bike û weha got: “Ev xebat bi mebesta ku tu navokên hafizeya bajêr winda nebin û pêvajoya dîrokî ya ji raboriyê heta îro zindî bimîne hat plankirin. Rêgeha Bîrê armanc dike ku rûbirûbûna bi raboriyê re veguherîne ezmûneke estetîk û mekanî.”
 
‘Me civîn û atolye pêk anîn’
 
Yaş, destnîşan kir ku zêdetirî salekê ye li gel hunermend, şahidên bûyeran û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane civîn û atolye (workshop) li dar xistine. Di vê pêvajoyê de li ser mijarên wekî bîrdariyên li cih, bîrdariyên hevpar û berhemên hunerî yên takekesî nêzîkatiyek hat pênasekirin. Yaş got, “Bi tevkariya hunermendan, em ê qadên hunerî yên ku dê rêgeha hafizeya bajêr ava bikin diyar bikin. Di heman demê de em ê pêvajoyeke piştgiriyê ji bo van berheman bimeşînin.”
 
Serlêdan dê çawa bin?
 
Beşdarbûna vê bangawaziya vekirî bêpere ye. Serlêdan dê di ser navnîşana http://diyarbakir.bel.tr/anit-basvuru re werin kirin. Divê beşdar agahiyên xwe yên nasnameyê û pêwendiyê bi temamî dagirin.
 
Di qonaxa yekem a serlêdanê de; nameya niyetê, nivîsa ku fikra projeyê rave dike, eskîz û portfolyo ji hunermendan tê xwestin. Fînalîstên ku di qonaxa yekem de werin hilbijartin, di qonaxa duyem de dê xêzên teknîkî, maket, hûrgiliyên materyalan û pêşbîniya budçeyê pêşkêş bikin.
 
Dîrokên serlêdanê
 
Dema serlêdanan dest pê kir û dîroka dawî ya qonaxa yekem wekî 20’ê Hezîranê hat diyarkirin. Tê plankirin ku fînalîst di 30’ê Hezîranê de werin aşkere kirin. Dîroka radestkirina projeyên qonaxa duyem 10’ê Tebaxê ye û tê pêşbînîkirin ku encam di 25’ê Tebaxê de werin ragihandin.
 
Projeyên ku werin pêşkêşkirin, dê ji aliyê lijneyeke hilbijêr ve ku ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, rêveberên şaredariyê û hunermendan pêk tê, werin nirxandin. Di nirxandinê de krîterên wekî kalîteya hunerî, hêza nîşandana hafizeya civakî û lihevhatina bi mekan re dê bingeh werin girtin.