Hevdîtinên Îran û DYE'yê bê encam man

  • 11:07 12 Nîsan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê DYA’yê JD Vance, diyar kir ku Îranê şertên DYA’yê qebûl nekiriye û got: “Bêyî ku lihevkirinek bibe em vedigerin DYA’yê.” 
 
Piştî hevdîtina di navbera DYA-Îranê ya li paytexta Pakistanê Îslamabadê de ji her du aliyan daxuyanî tên dayin. Cîgirê Serokê DYA’yê JD Vance, piştî hevdîtinan daxuyanî da çapemeniyê û got: “Em bi tu awayî negihiştin wê asta ku Îranî şertên me qebûl bikin. Em pir nerm nêz bûn û me hewl dida lihev bikin. Îran, qebûlnekirina daxwazên DYA’yê hilbijart. Bêyî lihevkirinek çêbibe vedigerin DYA’yê.” 
 
JD Vance, destnîşan kir ku hevdîtinên 21 saetan domiyan kirine lêbelê nekarîne lihev bikin û Îranê di mijara nukleerê de tu teahûd nedaye. Vance, destnîşan kir ku weke DYA daxwazên xwe pir bi zelalî danîne holê û got: “Lêbelê Îranê qebûlnekirina van şertan hilbijart.” Vance, da zanîn ku gelek caran li ser telefonê bi Trump re axivîne. 
 
JD Vance, herî dawî jî got: “Em ji vir diçin û bi teklîfeke pir hêsan, nîhaî û bi teklîfa xwe ya herî baş ji vir diçin. Em ê bibînin ka îranî dê vê qebûl bikin an na.”