Mamosteyê îstismarkar hat berdan

  • 13:22 28 Gulan 2026
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha îstînafê, cezayê mamosteyê bi navê A.O. ku ji ber îstismara cinsî ya li ser xwendekarên xwe 38 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, kêm kir û ew serbest berda.
 
Dadgeha îstînafê cezayê mamosteyê ku bi sûcê îstismara cinsî ya li ser xwendekarên xwe hatibû girtin û 38 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn kêm kir û biryara serbestberdana wî da.
 
Li Enqereyê mamosteyê bi navê A.O. ê 65 salî, ji ber îstismara cinsî ya li ser 6 xwendekarên kur, xwendekarên mêr hat binçavkirin. Li Dadgeha Cezayê Giran a 12'emîn a Enqereyê doz li A.O. hate vekirin. Di encama darizandinê de, 38 sal ceza li A.O. hat birîn.
 
A.O., ji ber vî cezayî serî li Dadgeha Îstinafê da. Dadgeha Îstinafê ya Enqereyê ku îtirazê nirxand, biryara dadgeha herêmî ya 18ê Mijdara 2025'an betal kir. Her wiha Îstinafê cezayê hatibû birîn kêm kir, daxist 3 sal û 9 mehan û biryara berdana wî da.