24 partî û rêxistin derbarê hilbijartinên Şamê de daxuyanî dan
- 12:50 19 Gulan 2026
- Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - 24 partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê “Hilbijartinên Meclisa Gel” ên hikumeta Şamê de daxuyaniyeke hevpar dan. Partiyan destnîşan kir ku ew van hilbijartinên sexte red dikin û anîn ziman ku dayîna 4 kursiyan ji Kurdan re xespkirina vîna gel e.
Li hemberî biryara Hikumeta Şamê ya ji bo lidarxistina hilbijartinên “Meclisa Gel a Sûriyeyê” û diyarkirina kotayeke gelekî kêm ji bo gelê Kurd, li Rojavayê Kurdistanê 24 partî û rêxistinên siyasî daxuyaniyeke hevpar dan raya giştî. Partiyan ew hilbijartin wekî “pêvajoyeke tayînkirina pûç” nirxandin û diyar kirin ku hikumeta Şamê bi vê gavê qanûn û polîtîkayên nijadperest ên li dijî gelê Kurd ji nû ve zindî dike.
Di daxuyaniya ku li Qamişloyê hat weşandin de ev xalên bingehîn derketin pêş: Partiyan di destpêka daxuyaniyê de bal kişandin ser dîroka şoreşê û fedakariyên gelê Kurd ên li dijî rejîma Baas û çeteyên DAIŞê û wiha gotin: “Di demekê de ku pêkhateyên Sûriyeyê li bendê ne ku dewleteke hevwelatîbûn û şirîkatiyeke rastîn ava bikin û sûdê ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk bigirin. Hikumeta Şamê guh neda van hemû rastiyan. Hilbijartinên sexte yên bi navê ‘Hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê’ ragihandin. Ev di rastiyê de ne tiştek e ji bilî pêvajoyeke tayînkirina pûç ku vîna dengdêran lîn kiriye, mekanîzmayên tecrîdkirina neteweyî û siyasî ji nû ve hilberandiye û projeyên nijadperest ên li dijî Kurdan teqez kiriye.”
Di daxuyaniyê de wekî mînakeke şênber behsa tayînkirina kesekî ji “Erebên Xemer (Kembera Erebî)” wekî nûnerê Serêkaniyê hat kirin. Partiyan diyar kir ku ev gav, tê wateya normalîzekirin û asayîkirina guhertina demografîk a li herêmên Kurdan û niyetên xirab ên hikumeta Şamê nîşan dide. Sazî û partiyên siyasî, sînordarkirina temsîliyeta Kurdî bi 4 kursiyan a ji nava 210 kursiyên Meclisa Gel, wekî binpêkirineke eşkere ya li ser rastiyên demografîk û siyasî pênase kirin. Di daxuyaniyê de ev bertek hat nîşandan: “Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêkhateyeke resen û dîrokî ye û rêjeya wî ji ji sedî 20’ê hemû nifûsa Sûriyeyê kêmtir nîne. Îro bi rêya van tayînkirinên sîstematîk, Kurd ji dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê hevpar ê di biryardana niştimanî de bêpar tên hiştin. Em di hêz û partiyên siyasî yên Kurd de vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Mafê me yê temsîliyeta parlamentoyê ya rastîn, li gorî nifûsa me divê ji 40 kursiyan kêmtir nebe.”
Di beşa dawî ya daxuyaniyê de hişyariyeke tund hat dayîn û hat xwestin ku tu aliyên Kurdî van 4 kursiyan nepejirînin: “Qebûlkirina van çar kursiyên lawaz, dê bibe mînakeke dîrokî ya pir xeternak. Ji ber ku di pêşerojê de dê li ser vê yekê pişkên pêkhateya Kurd di hemû astên dewletê, wezaret, saziyên dadwerî û dîplomatîk de werin diyarkirin. Ev tê wateya biryara darvekirina siyasî ya li ser mafên me yên ji bo nifşên pêşerojê. Tu aliyekî Kurdî xwediyê wekaleteke gelêrî nîne ku vê yekê qebûl bike û yên qebûl bikin jî wê berpirsyariya dîrokî ya vê kiryarê li pêşberî gelê Kurd hilgirin.”
Daxuyanî, bi soza berdewamkirina têkoşîna aştiyane û gelêrî ya bi hevkariya hêzên demokratîk ên Sûriyeyê re ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî bi dawî bû. Partî û rêxistinên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
Kongra Star
Partiya Kesk a Demokratîk
Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriye
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê
Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
Tevgera Nûjen a Kurdistanê
Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê
Partiya Rêkeftina Demokratîk a Sûriyeyê
Tevgera Çaksaziya Sûriyeyê
Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Biratiya Kurdistanî
Partiya Nîdal a Demokratîk
Partiya Demokrat a Kurdistanî – Rojava
Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî li Sûriyeyê
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî)
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
Şepêla Çaksaziyê ya Sûriyeyê







