Laleş Çeliker piştî 30 salan bi girseyî hat pêşwazîkirin

  • 18:05 19 Gulan 2026
  • Rojane
BEDLÎS – Laleş Çelîker ya piştî 30 salan di 3’ê Gulanê de hat tahliyekirin, li Tetwanê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de kevkên spî hatin firandin.
 
Laleş Çeliker, piştî girtina 30 salan di 3’ê Gulanê de hat tahliyekirin. Laleş Çelîker li Tetwanê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Bedlîsê, Meclîsa DayikênAştiyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tevli bûn.
 
Laleş Çelîker bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana zinandan’ hat peşwazîkirin û derbasî avahiya DEM Partî ya Tetwanê bûn. Piştî axaftinan kevok hatin firandin.