Eyşe Efendî: Ji bo serkeftina pêvajoyê gavên şênber divên

  • 09:04 14 Gulan 2026
  • Ramyarî
Jiyan Gencan
 
QAMIŞLO - Endama însîyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Eyşe Efendî, diyar kir ku divê dewleta Tirk gavan bavêje û got: " ji bo serkeftina pêvajoyê divê gavên şenber bên avêtin."
 
Pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" di 27'ê Sibata 2025'an de dest pê kir, hatiye astengkirin. Zêdetirî salekê ye, mirov li kolanan diqîrin û dibêjin ku Abdullah Ocalan sermuzakerevan û mîmarê aştiyê ye. Di vê demê de, ji bilî serdanên demkî yên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û serdana komîsyona parlementoyê, ji bo rêkxistina kanalên ragihandinê bi awayekî ku rê bide pêşketina pêvajoyê tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Hîna jî dewletê li ser rêziknameyên qanûnî yên ku pêvajoyê pêşve bibin dest bi tu xebatê nekiriye.
 
Endama însîyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Eyşe Efendî, li ser "Pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk" ji ajansa me re axivî.
 
'Ji bo pêvajo bimeşe divê şert û mercên Rêbertî bên guhertin'
 
Eyşe Efendî ,di destpêka axaftina xwe de bahsa gavên ku hatine avêtin kir û got ku divê dewleta Tirk jî gavên şênber bavêje û di berdewamiyê de wiha got: " Pîştî daxuyaniya 27'ê Sibatê ji aliye Rêbertî de gelek gav hatin avêtin. Çek şewitandin, vekîşîna gerîla ji qadên Bakur çêbû.  Lê heta niha tu gav ji aliye dewletê de nahatine avêtin. Ya herî girîng ji divê cihê Rêbertî bê guhertin. Divê Rêbertî ji zindanê derkeve û hevdîtinan bi kesên sîyasetmedar, kesayetên ku xelata Nobelê girtine bi wan re hevdîtinan bike. Ji bo pêvajo bimeşe divê rewşa Rêbertî bê guhertin. Heta niha guhertinek ji bo Rêbertî çênebûye. Mafê Heviyê jî divê ji Rêbertî re bê dayîn.  Pîştî 27 salan divê Rêber Apo fîzîîkî azad bibe. Em dixwazin ku êdî Rêbertî di nava gel de bibînin. Ji bo ku karibe siyasetÊ bi rêve bibe, divê li derve be. Rayedarên dewleta Tirk xwedî li axaftinê xwe dernakevin."
 
'Pêvajoya li Bakur bandora xwe li Rojava jî dike'
 
Eyşe Efendî, anî ziman ku dema pêvajo li Bakur tê meşandin li vir jî dimeşe, dema ku li Bakur disekine li Rojava jî disekine û ev yek anî ziman: " Ji bo pêvajoya entegrasyonê hemû perçeyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ne. Dema ku pêvajo li Bakur dimeşe li vir jî dimeşe dema ku disekine bandora xwe li ser Rojava jî dike û disekine. Divê xwedî derketina gel hem li welat hem jî dervî welat ji bo pêvajoyê hebe. Di wê pêvajoyede yekîtiya gelê Kurd çêbû.  Di nava aliyên Kurdistanê de hevgirtinek xurt derket holê. Divê ew hevgirtin dewam bike."
 
'Axaftin û çalakî têrê nakin dive xebat bê kirin'
 
Eyşe Efendî, diyar kir ku divê ji bo serkeftina pêvajoyê her kes kar bike û wiha got: " Ji bo serkeftina pêvajoyê divê her kes bixebite. Tenê axaftin û çalakî têrê nakin dive xebat bê kirin. Di vê pêvajoyê de gelek kes li ser medyaya civakî diaxivin û gotinan davêjin nirxên me.  Gelek kesên ku wiha dikin jî li Avrupa dijîn û ne li Kurdistanê ne. Ew kesên wiha ji rastiya welat dur in, nizanin çi dibe çi nabe. Li hemberî wan kesan jî divê em xwedî helwest bin. "
 
'Ji bo pêvajoyê divê jin û ciwan bixebitin'
 
Eyşe Efendî diyar kir ku divê jin li pêvajoyê xwedî derkeve û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " ji bo ku jin pêşengtiyê bikin divê kar û xebat bên kirin. Jin pêşengê vê demê ne, niha li Sûriyeyê hebûna jinan nayê qebûlkirin. Li Sûriyeyê dixwazin ku projeya jinê tûne bikin. Ji komînan heta meclîs û xebatên siyasî dixwazin ku jin di nav de nîn bin. Lê divê têkoşîna me berdewam bike. Divê jin û ciwan ji bo serkeftina vê pêvajoyê bi dil û can kar bike û tevlî xebatan bibin."