Li Gimgimê nobet di roja 22’emîn de ye
- 18:20 24 Gulan 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, nobeta konan a ku li dijî Santrala Enerjiya Jeotermal (SEJ) ya ku tê plankirin bê avakirin ji bo parastina xweza û qadên jiyanê hatibû destpêkirin, di roja 22’yemîn de berdewam dike.
Nobeta konan a ku li dijî Santrala Enerjiya Jeotermal (SEJ) ya ku tê plankirin li ser sînorê gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê bê avakirin hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 22’yemîn de jî dewam kir.
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, li ber deriyê qada nobedê pankarta “Varto SEJ’ê naxwaze” hate daliqandin. Li ser konan jî pankartên bi nivîsên “Gelê Gimgimê santrala enerjiya jeotermal naxwaze. Dest nede av û axa min” û “Em xweza, bawerî û pêşeroja xwe diparêzin” hatin bicihkirin.
Ji saetên sibehê ve welatiyên ji Gimgimê û navçeyên derdorê ji bo piştgiriyê serdana qada nobedê kirin.
Di çarçoveya lîsteya nobedê ya ku di navbera 16 gundên ku dê ji projeyê bandor bibin de hatibû amadekirin, şahiniyên gundên Taçî û Qerqerûtê nobeda ku dê heta 25’ê Gulanê bidome dewr girtin.







