Komeke din a Efrînî ber bi xaka ve bi rê ket
- 10:41 14 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma sêyemîn a Efrîniyên ji cih û warên xwe hatibûn koçberkirin, ber bi warê xwe ve bi rê ketin.
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29’ê Çileyê de, vê sibehê koma sêyemîn a koçberên ji Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket. Koçber li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya rojavayê bajarê Qamişloyê kom bû bi dehan erebe û basan ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Koma yekemîn a koçberan ku ji 400 kesî pêk dihat di 9'ê Adarê de û koma duyemîn jî ku ji 200 kesî pêk dihat di 4'ê Nîsanê de vegeriyan Efrînê.







