Dê Eyşe Şan bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
- 12:46 16 Kanûn 2025
- Çand û Huner
AMED - Ji kesayetên girîng ên muzîka Kurdî Eyşe Şan, dê di salvegera mirina xwe de li Amedê bi konser, panel û pêşandana şanoyê were bîranîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê ji kesayetên girîng ên muzîka Kurdî Eyşe Şanê, di 29'emîn salvegera mirina wê de, bi çalakiyeke du rojî ya ku ji şano, panel û konserekê pêk tê, bi bîr bîne.
Daîreya Çand û Hunerê û Karûbarên Civakî dê di 17-18'ê Kanûnê de ji bo Eyşe Şanê bernameyek bîranînê li dar bixe. Di çalakiya du rojî de, jiyan, huner û mîrateya Eyşe Şanê ya ji bo muzîka Kurdî dê di bin sernavên curbicur de werin nîqaşkirin.
Bernameya bîranînê dê di 17'ê Kanûnê saet di 18:30'yî de li Hola Çandê ya Alî Emirî bi pêşandaneke şanoyê dest pê bike. Lîstika ku ji hêla Berfîn Zenderlioglû ve hatiye amadekirin û li ser jiyana Eyşe Şanê ye, dê were pêşkêşkirin.
Di roja duyemîn a bernameyê de, di 18'ê Kanûnê de saet di 13:00'an de li ser gora Eyşe Şanê ya li Goristana Yenîkoyê dê merasîmeke bîranînê were lidarxistin. Di heman rojê de, saet di 18:00'an de, li Hola Çandê ya Alî Emirî dê panelek bi navê "Jiyana Muzîkjen a Eyşe Şanê" were lidarxistin. Bi moderatoriya Saliha Ayata, panel dê Berfîn Zenderlioglu a bi navê "Muzîkjenek û Hunermendek Jin: Eyşe Şan" û Zeynep Yaş, Seroka Daîreya Çand û Hunerê û Karûbarên Civakî bi navê "Jiyana Eyşe Şanê û Cihê Wê di Muzîka Kurdî de" axivtinekê bikin.
Piştî panelê, saet 19:30'an de dê konsereke taybet ku wê berhemên Eyşe Şan pêşkêş bike, were lidarxistin. Bi beşdarbûna 25 hunermendan, deng û muzîka Ayşe Şanê dê careke din li Amedê deng vede.







